931 milyon ton xwarin û xurek tên avêtin

Li cîhanê ku ji 10 kesan yek jê birçî ye, ji şeş parên xwarin û xurekê yek par tê avêtin. Ev yek di germahiya global de jî roleke xwe ya cidî heye.

Li gorî lêkolînekê ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hate kirin, her sal li tevahiya cîhanê 931 milyon ton xwarin û xurek bêyî bên bikaranîn tên avêtin. Di daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî de hate ragihandin ku ev yek ji sedî 17 ê xureka li tevahiya cîhanê tê hilberandine.

JI SEDÎ 11 LI MALAN TÊN AVÊTIN

Li gorî lêkolînê, beşeke mezin a 931 milyon ton xureka salane tê avêtin, ji xureka ji aliyê malan ve hatine kirîn an jî hilberandine. Li gorî vê yekê ji sedî 11 ê xureka tê avêtin ji malan tê avêtin.

Hate ragihandin ku para restorantan a di avêtina xwarin û xurekê de ji sedî 5 e. Ji sedî 2 jî firoşkarên din diavêjin.

HER ŞEXSEK 121 KÎLO XWARIN Û XUREKÊ DIAVÊJE

Li gorî encamên heman lêkolînê, salane her şexsek 121 kîlo xwarin û xurekê diavêje. 74 kîlo ji vê yekê jî li malan tê avêtin.

Di lêkolînê de hate ragihandin ku xureka tê avêtin barê 23 milyon qemyonên ji 40 tonî ye û eger ev qemyon li pey hev bê danîn wê bibe konvoyek ku 7 caran dikare li dora cîhanê bigere.

EGER NEYÊ AVÊTIN WÊ EMÎSYON JÎ JI SEDÎ 8-10 KÊM BIBE

Li cîhanê ku bi sedan milyon mirov birçî ne, bi milyara mirov nikarin bi têrkerî xwarinê bixwin, ev îsraf di heman demê de bandorê li paşeroja gerstêrkê jî dike. Li gorî pisporan, ji ber xureka ku nehatiye bikaranîn lê hatiye avêtin, gazên sera rû didin û ev yek jî ji sedî 8-10 ê belavkirina gaza serayê ye. Yanî eger pêşî li îsrafê bê girtin armancên li dijî germahiya global hatine destnîşankirin dikarin bi cih bên anîn.

JI SEDÎ 10 Ê MIROVAHIYÊ BIRÇÎ YE

Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî, di sala 2019'an de li cîhana ku nifûsa xwe 7.7 milyon mirov e, hejmara mirovên di nava lepên birçîbûnê de ne 690 milyon mirov e. Ji çaryeka destpêkê ya sala 2020'î û vir ve ji ber bandora Covîd-19 ev hejmar zêdetir bûye. Her wiha li cîhanê 3 milyar mirov jî nikarin bi têrkerî xwarinê bixwin.