Germbûna cîhanî wê pir bandorê li ser Efrîkayê bike

Pêşbîniya wê tê kirin germbûna global wê bandora xwe ya li ser Efrîkayê pir zêdetir be.

Xebatên koma pisporan a Panêla Guherîna Avûhewayê a Navhikûmetî (IPCC) ya bi ser Neteweyên Yekbûyî (NY) nîşan didin ku germbûna global demeke pir nêz wê derbeke giran li Efrîkayê bide.

Di rapora 2014'an de ya IPCC'yê de ev rastî hatibû destnîşankirin, di rapora wê demê de hatibû gotin ji ber germbûna cîhanî wê li bakur û başûrê Efrîkayê şilî pir kêm bibe, li Rojhilat û Neverasta Efrîkayê jî şilî zêde bibe.

Di raporan de tê diyarkirin li wan herêmên Efrîkayê ku peravên xwe bi Deryayaspî re hene şilî heta bi 20 ji 100'î kêm bibin, ev ê jî karîgeriyê li ser Çola Sahrayê ya li başûr bike. Pêşbîniyên sala 2014'an van salên dawî li Fas û Cezayê pêk hatin û şilî pir kêm bû.

Ji ber kêmbûna şiliyê erd dişeqitin, raçîna nebatan kêm dibe ku ev ê pir ziyanê bide xwedîkirina sewalan. Ev jî rîska pevçûna cotkaran, bajêr û bejahiyê zêde dike.

Ji ber germbûna cîhanî tê dîtin ku li herêmên başûr ên Efrîkayê demsalên havînî bi derengî dikevin, van deh salên pêşiya me ev ê zêdetir diyar bibe, li gorî pêşbîniyan li Namibya, Botsvana û Zambiya û gelek welatan germahî bi giştî bi qasî 4 pîleyan wê zêde bibe.

Bi karîgeriya germbûnê re kêmbûna şiliyê wê ne tenê ziyanê bide herêmên başûr, her wiha ziyanê bide welatên li bakur jî bêhtir pêgirê çeman in. Kanên herî girîng ên avê ên li rojhilata Efrîkayê Nîl, Kongo û Zambez piranî ji başûr tên, li bakur li Herêma Golên Mezin dibin çemên xurt. Bi germbûna global re wê ziyanê bide van xakên ku ev çem tê re diçin û hema hema nîvê nifûsa Efrîkayê li ser dijî.