Ji bo avhewayê, divê polîtîkayên aboriyê bên guhertin!

Li gorî rapora dawî ya ji aliyê Bernameya Hawirdorê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP) ve hate weşandin, ji bo serxistina armancên avhewayê pêwîste polîtîkayên aboriyê jinûve bêne nirxandin.

Rapora UNEP'ê ya li ser têkoşîna li dijî guhertina avhewayê, ku çend roj berê hate ragihandin, mîna temamkirina raporên beriya niha yên saziyên cuda yên Neteweyên Yekbûyî ye.

Di raporê de hate ragihandin, armanca ku heta dawiya sedsala 21'ê germahiya global di asta 1.5 heta 2 pileyî de dihêle, wê bi cih neyê anîn. Di nameyê de hate destnîşankirin ku armancên di Peymana Avhewayê ya sala 2015'an de hatin qebûlkirin, li rastiyê nayên.

'LI DIJÎ SÊ GEFÊN BINGEHÎN DIVÊ TÊKOŞÎN BÊ MEŞANDIN'

 Li gorî rapora UNEP'ê siberojê 3 gefên bingehîn li pêşiya welatên cîhanê hene ku divê di heman demê de li dijî wan têbikoşin. Ev jî wiha ne; pêkanîna restorasyona eko-sîstemê, başkirina tenduristiya mirovan û misogerkirina aramiya avhewayî ye.

Di raporê de hate destnîşankirin, ji ber polîtîkayên ku heta niha hatine meşandin, armancên ku di Peymana Navhewayî ya COP21 de hatin wergirtin, ên têkildarî germahiya global wê pêk neyên. Di raporê de hate gotin, "Ji ber vê yekê hiştina germahiya global di asta 1.5 pileyî de îrrealîst e."

HETA 3 PILEYÎ WÊ GERMAHÎ ZÊDE BIBE; GELEK AFET WÊ RÛ BIDIN

Li gorî UNEP'ê, di çarçoveya polîtîkayên heyî de germahiya global wê di asta 3 pileyî de li gorî sedsala 19'an zêde bibe. Ev jî tê wê wateyê ku gelek afetên xwezayî wê li cîhanê rû bidin.

'DI NAVA 10 SALÊN DAWÎ DE TI JI ARMANCAN BI CIH NEHATE ANÎN!'

Sedema vê tespîtê jî ew polîtîka ne ku ji sala 2010'an ve tên meşandin. Hate ragihandin ku di navbera salên 2010-2020'î de ti ji 20 armancên ji bo parastina cihêrengiya biyo ya li cîhanê bi cih nehatin anîn, armancên pêşvebirinê ku weke Armancên Mîlenyûmê tên dîtin, hatin bibîrxistin. Hate destnîşankirin ku têkoşîna li dijî xizanî û newekheviyê, pêkanîna aştiyê çend ji sernavên van armancan bû ku bi cih nehatin anîn û hate gotin, şewba Covîd-19 birçîbû û xizanî zêdetir kir.

ÇAVKANÎ HÎN BÊHTIR HATIN TALANKIRIN, NEWEKHEVÎ ZÊDETIR BÛ

Germahiya global roj bi roj li dijî cîhanê vediguhere metirsiyeke mezin, ku bersiva vê rewşê jî tê zanîn. Di raporê de hate ragihandin ku dewlemendiya li cîhanê di nava 50 salên dawî de zêde bû, ev yek jî bi talankirina çavkaniyên xwezayî û binê erdê pêk hat ku bi 3 qatî zêdetir hatin derxistin.

Li gorî raporê di heman demê de nifûsa cîhanê bi 2 qatî zêde bû, gihîşt 7.8 milyar mirovî, lê 700 milyon ji wan di nava birçîbûnê de ne; 1.3 jî xizan in. Di raporê de hate gotin, "Ji aliyê aramiyê ve ev mezinbûna aboriyê bû sedema qezencên newekhev."

'ŞERÊ ME YÊ LI DIJÎ XWEZAYÊ, GERSTÊRKA ME TÊK BIR'

Di raporê de gotinên herî balkêş ên Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres e. Gûterres got, "Şerê me yê li dijî xwezayê, gerstêrka me têk bir" û diyar kir ku nêrîna li xwezayê divê bê guhertin.

Gûterres anî ziman ku polîtîka, plan û sîstemên aboriyê divê ji bo restorekirina xezayê û razemeniyên ji bo aktîvîteyên qezencê bên bikaranîn.

BI HIN GUHERTINÊN BIÇÛK RE VEGUHERÎN PÊKAN E

Di rapora UNEP'ê de dîrektorê saziyê Înger Andersen pêşniyar dike ku bi razemeniya li qadên kes, li dijî germahiya global têkoşîn dikare bê meşandin. Andersen destnîşan kir ku tenê bi saya vê yekê veguherîn pêkane.

Zanyarê Brîtanyayî Bob Watson jî got, "Em ji mirovan naxwazin ku dest ji bi tonan tiştî berdin. Em dibêjin, jiyaneke mayinde û bedew bi cudahiyeke biçûk pêkane" û balê dikişînin ser girîngiya veguherînê.