Li ser koçberiya mezin a Başûrê Kurdistanê li Kerkûkê pêşangehek hate vekirin

Li bajarê Kerkûkê bi boneya 30. Salvegera koça mezin ya gelê Kurd ên Başûrê Kurdistanê ya sala 1991 pêşengehekî ya wêneyan hat vekirin.

Piştî raperîna girseyî ya gelê Kurd ên Başûrê Kurdistanê ya dijî rejîma Baas a Iraqê û rizgarkirina piraniya bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê bûyerek din ê dîrokî qewimî ku ew jî koça milyonî ya welatiyên Başûrê Kurdistanê bû. Çend rojek piştî raperînê rejîma Baas a Iraqê weke bersivekê bi arteşekî mezin ve êrîş kire ser Kurdistanê ku bû sedem gelê Başûrê Kurdistanê koç bike. Piraniya welatiyên Başûrê Kurdistanê ji tirsa dubarebûna kîmyabarana 16’ê Adara 1988’an ya li ser Helebçe û tawana enfalê ku ji ber wê zêdetirê 182 hezaran kes wenda bûn, li ser sînoran aware bûn.

Encûmena asayîşê ya girêdayî rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji bo parastina welatiyên Başûrê Kurdistanê navçeya dijî firînê pejirand.

Wênegirê Fransî Brono Barbî û Yanîs Bahrakîs ê Yewnanî bi wêneyên ku girtinî felaketa koça mezin ya gelê Kurd ên Başûrê Kurdistanê ji cîhanê re da nasandin.

Ji bo bîranîna wê karesata mezin, îro li salona çalakiyê ya Pirtûkxaneya bajarê Kerkûkê di bin navê ‘Koça mezin birîneke li ser laşê niştîman’ di 30. Salvegera koça mezin a sala 1991’an bi pêşengtiya hunermend Mehdî Şefîq pêşengehekî ya wêneyan vekirin. Di pêşengehê de hejmarek zêde ji wêneyên taybet ên koça mezin hate nîşan dan.

Hunermend Şefîq ku organîzatorê çalakiyê bû di derbarê pêşengehê de ji ajansa ANF’ê re axivî û got: “Îro 30. Salvegera koça mezin a gelê Kurd ên Başûrê Kurdistanê ye ku di wê rojê de me ew karesat bi çavên xwe dît. Îro jî min ev pêşengehe vekir da ku zarokên me bizanin ku çi bi serê bav û dayikên wan hatiye û di çi rewşekê de jiyan kirine. Di dema koça mezin a 1991’an de hemû neteweyên bajarê Kerkûkê jî ber bi navçeyên çiyayî yên herêma Kurdistanê rewîn.”

Hunermend Şefîq her wiha li gorî ezmûna xwe rewşa gel a dema koça mezin nirxand û wiha pêde çû: “Mixabin di koça mezin de gelek kes jiyana xwe ji dest dan, ji ber ku di meha 3 û 4 a sala 1991’an de bê navber berfek zêde dibarî, di dema wê karesatê de 2 wênegirê kêrhatî yên cîhan bi navê Brono Barbî ku wênegirekî Fransî û bi eslê xwe ji welatê Mexribê bû, yê din jî wênegir Yanîs Bahrakîs ê Yewnanî bû ku karîn bi rêya wêneyên girtinî wê karesatê ji cîhanê re ragihînin. Hezar silav li ruhê pakê wî wênegirî ku beriya niha bi çend salan ji ber nexweşiya penceşêrê wefat kir.”

Mehdî Şefîq bal kişande ser naveroka pêşengeha vekirî û got: “Di vê pêşengehê de 85 tabloyên taybet ên koça mezin hatin nîşan dan. Çar hezar wêneyên koça mezin di arşîva gel min heye, lê ez ne xwediyê wan wêneyanim belku ew wêneyane ji her du wênegiran Brono Barbî û Yanîs Bahrakîs hatî standin.”