Gelo WWF dema ku xwezayê diparêze, mirovan ji bîr dike?

Weqfa Parastina Xwezayî ya Cîhanê (WWF) ku bi êşkenceya li gelên xwecihî ya bi navê parastina xwezayê tê sûcdarkirin, gumanên li ser karên wê zêde dibin.

Weqfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF) ku bi karên xwe yên ji bo parastina hawirdorê û xwezayê tê naskirin, bi îdîaya êşkenceya li gelên xwecihî yên li Efrîkayê, her wiha bi destavêtin û kuştinê tê sûcdarkirin.

Li gorî îdîayên ku sala 2017'an ji aliyê saziyeke civakî ya sivîl a Brîtanyayî Survival International ve hate eşkerekirin, nobedarên daristanê yên ji aliyê WWF'ê ve hatin perwerdekirin û li dijî bazirganiya diranên fîlan têdikoşiyan, êşkence li endamên kabîleya xwecihî dikirin.

NOBEDARÊN PERWERDEKIRÎ DEST AVÊTIN, ÊŞKENCE KIRIN, KUŞTIN

Di bernameya bi navê 'Panda bi çi dilîze' de ku bi sembola WWF'ê panda li qenala France TV hate weşandin, îdîayên navborî hatin lêkolîn. Yek ji wan îdîayan jî ew e ku li dijî kabîleya bi navê 'Baka' ya li Kongo, Kamerûn û Komara Efrîka Navîn dimîne, nobedarên daristanê yên WWF'ê êşkence kirine.

Hate ragihandin ku ev kesên navborî li qadên daristanî êşkence li endamên kabîleyê kirine, her wiha li hin deveran dest avêtine mirovan û gelek kes kuştine.

Tê îdîakirin ku nobedarên daristanê yên ji aliyê WWF'ê ve ji bo hikumetên li herêmê hatine perwerdekirin, ji bo parastina fîlan hatine wezîfedarkirin ku salane 20 hezar heta 30 hezar fîl ji bo diranên wan tên kuştin.

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ JÎ DEST BI LÊPIRSÎNÊ KIRIBÛ

WWF 60 sal in bi karê xwe yê ji bo parastina xwezayê yek ji saziyên sereke yên parastina hawirdorê ye. Lê belê piştî îdîayên li ser êşkenceya li gelên xwecihî, destavêtin û kuştinê, Neteweyên Yekbûyî di sala 2018'an de dest bi lêpirsînê kiribû. Di raporekê de ku Adara 2020'î hate weşandin, işaret bi wê yekê hatibû kirin ku kesên weke 'nobedarên eko' ji aliyê WWF'ê ve hatine perwerdekirin, zext û zordarî kirine, mirov tirsandine û ji derfetan bêpar hiştine. Piştî vê raorê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê jî 70 hezar Euro subvansiyona ji bo WWF'ê rawestandibû.