Ji binê çiyayê qeşayê eko-sîstemek dewlemend derket

Li Antarktîkayê, çiyayekî qeşayê yê bi hezar kîlometreçargoşeyî qut bû. Ji binê vî çiyayî jî nîşaneyên jiyanê xuya kir. Vê yekê zanyar 'matmayî' hişt.

Çiyayê Qeşa yê ku dawiya meha Sibatê ji tebeqeya cemedê ya li Antartîkayê qut bû, bi 1270 kîlometreçargoşeyî mezin bû. Piştî ku ev çiyayê qeşayê yê mezin ji tebeqeya xwe ya bingehîn qut bû, ji binê wî eko-sîstemeke mezin derket.

Di encama lêkolîna keştiya lêkolînê Polarstern de, li binê deryayê ku heta niha ji tîrêjên rojê bêpar bû, nîşaneyên balkêş hatin dîtin. Di encama lêkolînê de ku bi kamerayên li binê avê hate kirin, li binê qeşayê eko-sîstemeke balkêş hate dîtin.

Pisporên ku lêkolîn kirin, ji bo tiştên ku dîtin, diyar kirin ku nîşaneyên "jiyaneke cuda ya balkêş" e. Li qada ku qeşa jê qut bû, li binê avêt tevî gelek cûreyên masiyan her wiha gelek cûreyên zindiyên deryayê hatin dîtin ku vê yekê lêkolîneran matmayî hişt.

Li qada ku eko-sîstemeke dewlemend lê hate tespîtkirin, beriya 10 salan çiyayê qeşa yê mezin li ber qutbûnê bû. Terka ku ji ber vê yekê çêbû meha Çileyê mezin bû û rojê bi qasî kîlometreyekê dirêj bû. Di encamê de jî dawiya meha Sibatê bi temamî qut bû.