Li Ekvatorê ji ber şape û xweliya volqanê Sangayê 6 kes mirin
Li Ekvatorê şape rabû û ji ber xweliya ji volqanê Sangayê 6 kes mirin, tesîr li ser 350 hezar kesî kir.
Li Ekvatorê şape rabû û ji ber xweliya ji volqanê Sangayê 6 kes mirin, tesîr li ser 350 hezar kesî kir.
Serokkomar Lenîn Moreno li ser hesabê xwe yê Twîtterê got, ''Em destekê didin gel ku xweliya Sangayê û şapeyê ziyan daye wan.''
Moreno got krediyên çandiniyê wê dîsa werin danîn û ji bo ku alîkarê gundiyan bin wê ekîban bişînin.
Li gorî serwîsa rêveberiya rîskê ji 1'ê Sibatê û wir ve ji ber şapeyên ku rabûne ziyan gihaştiye 16 hezar û 320 hektarî û tesîr li 18 hezar mirovî kiriye.
Her wiha xweliya ji Sangayê hatî 43 hezar hektar erdên çandî kuşt, tesîr li ser 330 hezar mirovî kir.
Sangay bilindahiya wê 5 hezar û 230 metro ye, weke Tungurahua û Cotopaxî yek ji volqanên herî çalak e.