Li Rûsyayê girtî jî ji bo 'ekolojiyê' wê werin şixulandin

Rûsya ji bo ku qirêjiya ji ber bobelta petrolê ya li herêma Norîlskê ya bakur li pey xwe bihêle, plansaziya wê dike ku girtiyan jî bide şixulandin.

Li bajarê Norîlskê peymana ku  girtiyên li bajêr 'ji bo ekolojiyê bidin şixulandin' di rojevê de ye.

Di daxuyaniyê de ya ku Rêveberiya Girtîgehan a Rûsyayê (FSIN) dayî, hate ragihandin li îhtîmala ku girtî ji bo paqijiriya herêmên bi sedemên cuda gemarî bûne, hûr dibin. Dîrketorê Giştî yê FSIN'ê Aleksander Kalaşnîkov got ji bo Akrtîkê li vê projeyê difikirin.

Kalaşnîkov got ji bo 21 ton sotemenî ku par rijiyayî ser gelek çemên li Norîlsk û derdora wê peymanek hatiye îmzekirin ku girtiyên li girtîgehên li bajêr werin şiuxlandin. Rayedar got wan ferman dane ku lê bikolin bê ka ew dikarin girtîgehên li herêmên din jî tevlî nav xebatên wiha werin kirin an na.