Gelo El Agrar ji aliyê jinan ve dihate birêvebirin?

Li gorî lêkolînekê, di şaristaniya El Argar a li Spanyayê de ku beriya 4 hezar salî xwedî hikum bû, herî kêm di serdemeke wê de jin di asta rêveberiyê de bûn.

Li qada arkeolojîk a La Almoloya ya li herêma Mûrcîe ya Spanyayê, di lêkolînê de agahiyên nû li ser şaristaniya El Argarê bi dest ketin.

Li gorî lêkolîna ku encamên wê li kovara Antîqûîty hatin weşandin, di Şaristaniya El Argarê de ku beriya niha bi 4 hezar salî ava bû û bi sedan salî dewam kir, di hin serdemên wê de jin rêveber bûn. Di kolandineke arkeolojîk de, li gorekê hestiyên jineke 25-30 salî û mêrekî 35-40 salî hatin dîtin.

LÎDERÊN JIN HEBÛN

Li gorî lêkolîna ku pisporên Zanîngeha Xweser a Barcelonayê tevlî bûn, jina ku hestiyên wê hatin dîtin rêvebera El Agrarê bû. Arkeologan ji bo vê kesê nexwestin peyva 'Qralîçe'yê bi kar bînin. Arkeologan bi peydakirina objeyên cuda li gora wê jinê, gihîştin wê tespîtê ku jin li nava vê şaristaniyê rêveber bûn.

Jina 25-30 salî tevî mucewherên cuda hatiye veşartin û taca zîv a li serî jî nîşan dide ku li El Argarê lîderek bû.

LI GORÎ YÊN DIN CUDA YE

Di dema Şaristaniya El Argarê de ku li başûrê rojhilat ê Spanyayê di navbera salên 2200 û 1500 ên beriya zayînê de xwedî hikum bû, di wê demê de rêveberiya baviksalarî xurt bû. Ev taca li serê wê jinê, ji yên beriya niha li heman cihî hatin dîtin, cuda ye.

Li aliyê din mêrê ku li heman cihî hatiye veşartin, eşkere bû ku tevî xençerekî hatiye veşartin. Li bedena vî kesî gelek birîn hatin dîtin ku tê texmînkirin ku ev kes gelek carî li hespê siwar dibû. Her wiha ji birîneke li serê wî tê texmînkirin ku şervanek bû.

Pisporê ku tevlî lêkolînê bûn dibêjin, El Agrar ne timî jî be di hin serdeman de ji aliyê jinan ve hatiye birêvebirin.