Li Karabûkê cînayeta kar

Du karkerên li kana xizê dema mekîneya şkênandina keviran temîr dikirin ketin ber mekîneyê û jiyana xwe ji dest dan.

Her du karkerên li kana xîzê ya li taxa Saîtler a gundê Abdullar a Karabuk a girêdayî navçeya Pûlur  kar dikirin, Mustafa Ozdemîr (51) û Yûnûs Ozdemîr (41) ji bo temîrkirina mekîneya şkênandina keviran ketin hindirê mekîneyê. Dema ku deriyê mekînê tê girtin her du di hindir de asê man. Piştî ku karkerên din ketin ferqa bûyerê ji bo wan derbêxin deriyê mekîneyê vekirin. Li ser îxbarkirinê ekîbên tendirustiyê hatin cihê bûyerê. Her du karker ji mekîneyê hatin derxistin, lê hate zanîn ku herduyan jî jiyana xwe ji dest dane.

Cenazeyên herduyan piştî lêkolîna dozgerê Komarê ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Zanîngeha Karabûkê.