'Divê zarok bi çand û nasnameya xwe bijîn'

Seroka Komeleya Berî Her Tiştî Zarok Cevahîr Sadak Duzgun li ser komeleyê agahî da û destnîşan kir ku ew zarokan perwerde dikin, ji bo karibin bi çand û nasnameya xwe bijîn.

Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, di çarçoveya peymannamayên zarokan de ji bo birêvebirina xebatên pêşxistina aliyên derûnî, civakî, çandî, hunerî, zimanî, hişmendî û fîzîkî ya zarokan û bi piştgiriya sazî û kesên kar li ser pêşketina zarokan dimeşînin di sala 2017’an de li Amedê hate damezrandin.

Seroka Komeleya Berî Her Tişî Zarok Cevahîr Sadak Duzgun, têkildarî xebat û projeyên komeleyê axivî. Duzgun anî ziman armanca komeleyê pêşxistina projeyên di mijarên çandî û hunerî de, hilberîna bi beşdarî û pêşengiya zarokan e û got: "Li aliyê din jî parastina çand û ziman e. Di sala 2016’an de ji dema ku qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate kirin û vir ve hemû qadên jiyanê li civakê teng bû. Mirov dikare bibêje bêhn li ziman û çanda Kurdan hate çikandin. Me ji xwest bi rêya çand û wêjeyê carek din di nava civaka xwe de geş bikin. Li welatê ku Kurd lê dijîn ji statuyeke fermî û piştgiriya saziyê bê par in, Kurdî bi talûkeya ji nav çûyinê re rûbirû maye. Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, dê bi xebatên xwe sûdwariyê bigihîne wan xebatên ku ji bo parastina ziman û çanda Kurdî û veguhastina wê ji bo nifşên nû tên kirin."

'DIVÊ ZAROK BI ÇAND Û NASNEMEYA XWE BIJÎN'

Duzgun da zanîn ku nîvê civaka Kurd ku tê texmîn kirin nifûsa wê 40 mîlyon e, zarokên ku jêr 15 salî ne û wiha pê de çû: "Zarokên ku ji çanda xwe bêparin û biyanî dimînin, di nava civakê de gelek pirsgirêkan dijîn. Mîna ku lîteratura peywendîdar a zanistî nîşan dide, ziman di pêşketina kesayetiya zarokan û proseya takekesbûyîn û bidestxistina girêdayî civakî û nirxên çandî de yek ji wan xalên herî girîng ên destnîşanker e. Di nav wan zarokên ku bi ziman û çanda xwe mezin nabin de rewşa dûrketina ji civakê û qetîna pêşketina kesayetî bêtir tê dîtin. Komele dixwaze roleke girîn bilîze da ku ji bo rê li ber van kêmahiyan bigire û zarokan di nava çand û hunera wan de têbigihîne."

PERWERDEHIYA ZIMAN Û MUZÎKÊ

Duzgun bal kişan li ser xebatên Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û wiha dom kir:  "Bi awayekî bingehîn li ser mijarên çand, huner, mafên zarokan, ekolojî, wekheviya zayendî, zanîst û teknolojî, ziman û sporê radiweste. Bi şewba koronayê re gelek xebatên komeleyê hatin rawestandin û nû bi awayek aktîf em ê dest xebatên xwe bikin. 

Di vê dema şewbê de jî me hewlda em xebatên xwe li ser onlînê bireve bibin û ev xebatên me jî serkeftî derbas bûn. Divê demê de li ser onlînê me atolyeyên zarokan ên çîrok nivîsandinê vekir. Çîrokên ku zarokan nivîsand me berhevkirin û kirin filimê karton. Ji ber ku Kurdistan çar parçeye û zarokên Kurdan jî li dinyayê belav bûne û ji mafê xwe yê ziman û çandê bê parin me perwerdehiya ziman da destpêkirin. Bi hevkariya MA Muzîkê li ser onlînê bi rêya muzîkê me perwerdehiya zimanê Kurdî da destpêkirin û ev pewerdehî jî berdewam dike. Ji gelek welatên dinyayê, Tirkiyeyê û Kurdistanê zarok tevlî pewerdehiyê dibin."

PÊLÎSTOKÊN XWEZAYÎ

Duzgun destnîşan kir ku li gel xebatên zarok ji bo jinan jî atolyeyek vekirîne û wigot: "Jin ji bo ku jiyana zarokê xweş bike hemû jiyana xwe radiwîste. Berî şewba korona ku zarokên dihatin perwerdehiya wêne û ziman, dayik li ber avahiyê li benda zarokên xwe radiwestin. Ji bo ku em vê valehiyê dagrin me ji bo jinan jî atolye vekir. Divê atolyeyê de em pêlîsttokê zarok ên bi bi keda destê jinê tê çêdikirin, çêdikin. Pêlîstokên tên çêkirin jî hemû ji pêlîstokên çanda Kurdewarin. Pêlîstokên niha hemû laylon û zayendperestin û zirerê dide tenduristiya zarokan. Me xwest em pêşiya vê bigrin û hem jî zarokan bi çanda wan ya xwezayî bidin naskirin. Niha pêlostokên bi destê jinan tê çêkirin xwezayîne û Kurdewarin. Pêlîstokên tên çêkirin jî em navê Kurdî li wan dikin. Ev xebata me 8-9 jinan destpêkir û niha hejmara wan gihaye 62 jinan. Jinên ku divê xebatên de dixebitin bi awayê kolektif dixebitin."