Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê: Em nehêlin ku xwezaya me were talankirin

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê bal kişand ser Bexçeyên Hewselê ya ku di bin gefa tunekirinê de ye û bang li dijberên şer û derdorparêzan kir ku bila li hemberî talana li Kurdistanê bin.

Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ku heta Baxçeyên Hewselê neyê parastin wê dijberiya şer pêk neyê.

Daxuyaniya komîteyê wiha ye:

“Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ya rejîma faşîst a dagirker a Tirk, polîtîkaya înkar û îmhayê weke şerê qirkirinê bêyî pîvanên exlaqî û wijdanî dimeşîne. Dema ku vî tiştî dike ne bi tenê êrîşî hebûna civakî ya civaka Kurd dike; her wiha xweza û nirxên wê yên çandî yên ku bi dîroka Kurdistanê re yek in ji holê radike û nahêle tiştekî aîdî xweza û çanda Kurdistanê nemîne.

Li Kurdistanê faşîzma AKP-MHP’ê şerekî berfireh dimeşîne. Ji artêşa xwe heta polîsên xwe, ji burokratên dewletê heta çeteyên xwe, ji hikûmetê heta muxalefetê her kes xistiye nav vî şerê berfireh. Hemû saziyên dewletê li gorî rastiya vî şerê topyekûn hatine birêxistinkirin. Bi pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê re, şerê xwe yê qirkirinê geş kiriye û ev şer pêl bi pêl belavî her derê kiriye. Ne hiqûqa navneteweyî nas dike û ne jî pergala hiqûqa wan heye. Di bin koordînasyona tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê de li dijî hemû zemînên civakî û jiyanî yên Kurdîtiyê vî şerî dikin.

DEWLEMENDIYA BIYOLOJÎK TÊ TUNEKIRIN

Hemû cureyên çekên kîmyewî û biyolojîk, ku li gorî pîvanên hiqûqî yên navneteweyî qedexe ne, li Kurdistanê bi kar tînin. Êrîşên li ser Rojava her ku diçe ber bi trajediyeke mirovî ve diçe. Heta ava gelê Kurd jî kirine parçeyek ji vî şerê bêexlaqî. Bi şewb û birçîbûnê plan dike ku gelên Rojava tine bike. Ji ber wê her roj tenduristiya civakê, dibistan û qadên hilberînê yên jiyanê bombe dikin.

Şerê qirkirinê yê ku Başurê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di çarçoveya tevgera dagirkeriyê ya li ser Kurdistanê didome. Li ser navê "şopê li pey xwe nehêle" ew qas hovane tevdigerin ku heta cenazeyên leşkerên xwe jî dişewitîne. Di barbariyeke hovane her roj bi dehan caran çekên kîmyewî bi kar tîne da ku li erdnîgariya Kurdistanê şopa jiyanê nemîne. Bi îlankirina her cihê ku gelê Kurd lê dijîn bikin qada şer, bi pozîsyona xwe ya şerê topyekûn xwezayê qir dike. Li herêmên Botan, Behdînan, Besta û Munzûrê xweza û daristanan qir dikin, bi Santralên Rojê re jî xwe amade dike hemû herêmên Kurdistanê dagirker bike.

DIBÊ BAXÇEYÊN HEWSELÊ WERE PARASTIN

Li ser rêyên gerîllayan bendav hatin çêkirin da ku tevgera gerîlayên azadiya Kurdistanê asteng bike. Niha jî hewl dide ku nêzî 19 milyon metrekare erdên li bajarên Semsûr, Êlih, Çewlik, Amed, Elezîz, Erzîngan, Meletî, Mêrdîn, Mûş, Riha, Şirnex û Wanê yên Kurdistanê ku gerîla bi kar tîne û gerîla dikare van qadan bi kar bîne, dixwaze bike erdên Santrala Enerjiya Rojê. Bi vî awayî dixwaze mirov li ser xwezaya Kurdistanê nemînin û di heman demê de qirkirina biyolojîk jî daniye ber xwe.

Qaşo ev kes rektorê zanîngehê ye.  Diyar e wî ji budçeya zanîngehê sûd wernegirtiye û ji ber vê dixwaze beşeke qada zanîngehê ji îmar û rantê re veke.

Ji ber vê yekê divê em xwezaya xwe biparêzin û nehêlin Geliyê Dîcle bibe beton. Baxçeyên Hewselê bi hezaran salan wekî geliyê bereketê yê gelê Amedê hebû û divê hebe jî. Heta ku baxçeyên Hewselê neyê parastin, dijberiya şer wê pêk neyê. Heta ku mirov dijberiya şer neke, wê pergala ekolojîk a xerabûyî jî dîsa ava nebe.

DIVÊ EM DESTÛRÊ NEDIN TALAN Û DAGIRKERIYÊ

Ji bo vê jî divê hemû tevgerên li dijî şer, hawirdor û ekolojiyê bibin yek û bi têkoşîna yekbûyî ya gelan dawî li talankirin û qetlîama xwezaya Kurdistanê bînin. Divê em destûrê nedin Santralên Enerjiya Rojê û hilweşandina mîrateya me ya dîrokî.”