Li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo sewalkariyê saleke zehmet bû

Ji ber polîkayên şer ên AKP'ê pirsgirêkên li sektora sewalkariyê dewam dikin. Bi zêdebûna buhayê êm, ka û giha re sewalkar nikarin hevsengiyê di navbera hatine û lêçûnan de daynin û neçar dimînin ku sewalên xwe bifiroşin.

Ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê yên girêdana bi derve re, tengaviya li sektora sewalkariyê zêde dibe. Li gel enflasyona ku di ser asta ji sedî 400'î re ye, zêdebûna buhayê êm, ka û giha, sewalkarî gihandiye ber têkçûnê. Xwediyê sewalan hem nikarin qezencekê ji berhemên xwe bi dest bixin, hem jî bi buhayekî zêde pêşkêşî serfkaran têne kirin. Hikumet bi polîtîkayên xwe yên kirîna ji derve re, ji bo berhemên şîr, hilberîna li bazara navxweyî kêm dike. Ev jî dibe sedem ku ev berhem bi zorê bigihêje serfkaran.

Di nava salekê de gelek sewal hatin firotin û ji ber zêdebûna lêçûnên wê, gelek çêlek û sewalên din hatin serjêkirin. Sewalkariya li gund û qadên bejahî di asteke girîng de kêm bû.

Sewalkarî li Kurdistanê çavkaniyeke cidî ya kar û debarê ye. Bi taybetî li qadên bejahî, sewalkarî çavkaniya bingehîn a debarê ye, her wiha hîmê esasî yê sewalkariya li welêt e. Li Kurdistanê zêdebûna buhayê êm, kar bandorê li sewalkariyê dike. Sedema bingehîn a vê yekê jî ew e ku xwezaya Kurdistanê ji bo armancên leşkerî tê bikaranîn.

Sewalkariya şîr û bazirganiyê ya li Kurdistanê bi salan qadeke mezin a kar e. Kaniyên li herêma Serhedê, çêrgehên wê yên dewlemend ji bo vî karî gelekî girîng in.

Destwerdana desthildariya AKP'ê ya di bin navê madenê de li qadên xwezayî, gelek çêrgehên sewalkariyê bêbandor kir. Ev yek bû sedem ku herêm hîn bêhtir bêaram bibe hem jî derbeke mezin li sewalkariyê bê xistin.

Sewalkarên herêma Serhedê, ji ber ku mehên zivistanê gelekî dijwar û bi berfê derbas dibin, ji bo lêçûna êm û ka kêm bike, zivistanê koçî Riha, Amed, Mêrdîn, Xarpêt û bajarên mîna wan dikin.

Lê belê îsal ji ber buhayê veguhastinê bi 4 qatî zêde bû, sewalkar li şûna ku koç bikin, dest bi firotina sewalên xwe kirin.

Salên dawî ji Brezîlya, Çekya û Awûstralyayê sewal têne kirîn. Bi giranî sewalên Angus, Simental û Montofon têne kirîn. Sewalkar dibêjin şert û mercên xwezayî ji bo xwedîkirina van sewalan a li derve guncav nîne, lewma jî ev heywan bi giranî li hundir bi êm têne xwedîkirin û tenê ji bo serjêkirinê têne tercîhkirin. Ev heywan li şûna sewalkariya şîr, ji bo bazirganiyê û serjêkirinê têne xwedîkirin.