Teqînên di nav Volkana Popocatepetl a li Meksîkayê de didome

Volkana Popocatepetl a li Meksîkayê di 10 rojan de 25 caran teqiya. Îro jî 4 teqîn di nav volkanê de çêbû.

Li gorî rapora Navenda Pêşîlêgirtina Bobelatên Xwezayî ya Meksîkayê (CENAPRED) di 24 saetên dawîn de 4 caran teqîn li Volkanê pêk hatiye û 69 caran jî gaz û dûman ji volkanê derketiye.

Li gorî CENAPRED’ê dûmana ku îro ji volkanê bi qasî 1,5 kîlometreyan bilind bûye.

Volkana Popocatepetl 5.452 metre bilind e. Çapa kraterê 900 metre û kûrahiya wê jî 150 metre ye.  16 kîlometreyan li bakurê  wê jî Volkana Iztaccîhûatl heye.

Li gorî zanyarên Zanîngha Manchesterê dibe ku çend sal şûnde Volkana Popocatepel biteqe. Di sala 2021’and de 8 caran û di sala 2022’an de jî 61 caran teqîn di nav volkanê de çêbûye.