Li Antarktîkayê qeşaya ku '15 qat ji Parîsê mezintir e' şikest

Hat ragihandin ku li Antarktîkayê qeşayeke 1550 kîlometrekareyî di encama pêleke xurt de şikiyaye.

Saziya lêkolîna cemser a Brîtanî Brîtîsh Antarktîk Survey (BAS) ragihand ku şikestin roja Yekşemê pêk hatiye û her çend Antarktîka bi xetereya germbûnê re rû bi rû ye jî, ev ne ji ber guherîna avhewayê ye.

Qeşeya ku tê gotin ji paytexta Fransa Parîsê 15 qatan mezintir e, hat ragihandin ku di dema pêla bihêz a bi navê Chasm-1 de şikestiye.

Qeşanas Dominic Hodgson diyar kir ku, ew li hêviya vê şikestinê bûn û got, "Ev tevgereke xwezayî ya astengiya Brunt e. Tu têkiliya wê bi guherîna avhewayê re nîne."

Berîya du salan, li heman herêmê qeşayeke hema hema bi heman mezinahiyê şikestibû.

Her çend zanyar vê şikestinê bi rekorên germahiyê ve girênadin jî, ji sala 2022’yan vir ve germahiya herî mezin hat tomarkirin û sala 2022’yan wekî sala 5’emîn a herî germ ket qeydan.

Bernameya Guherîna Avhewayê ya Ewropî Copernicus diyar kir ku, di Sibata 2022’yan de mezinahiya qeşayê gihîştiye asta herî biçûk a ku di 44 salên çavdêriyên satalaytê de hatine tomarkirin.

Qeşayek ku di sala 2017'an de ji qeşayê qut bû, di sala 2021'an de 4 hezar kîlometre li bakur bi temamî heliya û bû sedem ku zêdeyî 150 mîlyar ton av têkeve nava deryayê.