NY: Di sala 2021’an de 5 milyon zarok jiyana xwe ji dest dane

Neteweyên Yekbûyî ku li ser zêdebûna mirina zarokan li seranserê cîhanê di salên dawîn de, rapor amade kir, da zanîn ku sala 2021’ê ji her 4,4 saniyeyan carekê zarokek an jî ciwanek jiyana xwe ji dest daye.

Koma Navbeyna Saziyan a Texmînkirina Mirina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, li ser mirina zarok û ciwanan li seranserê cîhanê, du raporên cuda amade kirin. Li gor daneyên NY’yê bi taybetî mirina zarokên hêj nebûne 5 salî, gelek zêde bûye û sala 2021’ê 5 milyon zarokên hêj 5 sal emir nekirine jiyana xwe ji dest dane.

NY’yê her wiha ragihand ku sala 2021’ê 2,1 milyon zarok û ciwanên di navbeyna 5 û 24‘an de jiyana xwe ji dest daye û di heman demê de 1,9 milyon sebî jî mirî çêbûne. Li gor rayedarên NY’yê heger xizmeteke baş ji bo zarokên nû çêbûyî, xama û zarokan hebûya û mirov bi awayekê adilane bikariya xwe bigihanda van xizmetan, girtina ber li piraniya van mirinan wê mimkûn bûya.

Dîrektora Beşê Dahûrandina Daneya, Plansazî û Şopandinê ya ÛNÎCEF’ê diyar kir ku her roj gelek zarok bêyî ku carekê bêhn bidin û bistînin bi awayekê trawmatîk jiyana xwe ji dest didin û wiha got: “Ev trajedî divê wek qeder neyê dîtin. Ji bo başkirina rewşê di vê mijarê de, divê razemenî bên kirin da ku her dayik û sebî bi wekhevî sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigirin û îradeyeke siyasî ya xurt divê.“