Xisara ji ber karesatên xwezayî ya bi 11 mehan 115 milyar dolar e

Şirketa sîgortakirinê Swîss Re diyar kir ku xisara ji ber karesatên xwezayî ya bi 11 mehan 115 milyar dolar e.

Swîss Re ya şirketa sîgortayê ya Swîsreyî diyar kir ku xisara ji ber karên xwezayî ya bi 11 mehan 115 milyar dolar e.

Nêzîkê nîvê xisara karesatên xwezayî ji ber bagera Ianê ye ku li DYE û Kubayê xist. Hat diyarkirin ku xisara ji ber bagera Ianê 50-65 milyon dolar e. Li gor Swîss Re’yê bagera Ianê ji bagera Katrîna ya sala 2005’an heta bi niha bûye kareserata herî bi xisar.

Serokê rîska karesatan ê Swîss Re’yê Martîn Bertogg got: “Mezinbûna bajaran, zêdebûna dewlemendiyê li herêmên ji karesatan re bi meyl in, enflasyon û guherîna av û hewayê, şert û mercên hewayê yên derasayî sedemên sereke xisarê ne.“

Bertoog bi domdarî wiha got: “30 sal berê gava Bagera Andrewê rabû, berê qet xisareke bi 20 milyar dolaran çênebûye; Îro, bi tenê şeş mehên dawîn heft bagerên bi vî awayî rabûn.“

Li gor Swîss Re’yê ji xeynî karesatên mezin ên wek erdhejê, lehî û bahoz jî bûne sedema xisara bi 50 milyar dolaran a bi sîgorte.