Krîz û berf tehdeyê li sewalkariyê dike

Krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê bandoreke giran li sewalkariyê dike. Li gel zêdebûna buhayê êm û ka, barîna berfê tehdeyeke mezin li xwediyê sewalan dike.

Krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê ku giran bûye, hêz û derfeta kirînê ya mirovan kêm kir. Ji ber krîza aboriyê û buhayê zêde, welê li mirovan hatiye ku di serî de xwarin nikarin pêviyên sereke bikirin.

Krîza aboriyê bandorê li hemû sektoran dike, ne tenê sektora xwarinê. Yek ji van sektoran jî sewalkarî ye.

Bi taybetî li Kurdistanê sewalkarî yek ji çavkaniyên esasî yên debarê ye. Li Kurdistanê bi milyonan mirov li gundan bi xwedîkirina sewalan debara xwe dikin. Sewalkarî ku çavkaniya debarê ya kevnşeop a Kurdan e, ji ber krîza giran a aboriyê ya li Tirkiyeyê di demeke zehmet de ye. Gihayê ku par 10 lîre bû, niha bûye 50 lîre. Tonek ka ku par hezar lîre bû, niha bûye 5 hezar lîre. Her wiha kîsekî êm ê ji 50 kîloyî ji 60 lîreyî bûye 500 lîre.

EM NEKAR KARIN SEWALÊN XWE XWEDÎ BIKIN

Halîl Îhtiyatoglû ku bi salan e li Colemêrgê sewalkariyê dike, dibêje ku li gel krîza aboriyê her wiha barîna berfê jî tehdeyê li wan dike. Îhtiyatoglû anî ziman ku ji ber buhayê zêde ew nikarin êm û ka ji bo sewalên xwe bikirin û got, "Îsal berfê zû lê kir. Ji ber barîna berfrê, ka ya ku me ji bo sewalên xwe didan hev, di bin berfê de ma.". Îhtiyatoglû diyar kir ku ew perîşan bûne û got, "Li welêt xela heye. Krîza aboriyê ji her alî ve tehdeyê li me dike. Welê li me hatiye ku nikaribin sewalên xwe xwedî bikin. Buhayê ka, giha û êm gelekî zêde bûye. Giha ku par 10 lîre bû îsal bûye 50 lîre. Li gel vê yekê buhayê malzemeyên xurekê jî gelekî zêde bûye. Tenekeyekî biçûk ê ava firingiyan bûye 50 lîre, kîsek ard bûye 600 lîre. Welê biha bûye ku em nikarin tiştekî bikin. Ji xwe zilmeke giran li me tê kirin. Krîza aboriyê jî li vê zilmê zêde bû."