Li 7 herêmên Cûdiyê daristan tên talankirin

Dewleta Tirk di salên dawîn de bi awayekî hovane daristanan talan dike. Li 7 herêmên Cûdiyê daristan tên talankirin.

Li herêmên Besta, Cûdî, Gabar û Çilê Nimêja yên li Şirnexê daristan bi awayekî sîstematîk tên talankirin.

Talankirina daristanan bi hinceta ‘ewlekariyê’ di bin çavdêriya leşkeran de tê kirin. Cerdevanên ji bajaroka Sêgirkê ya Qilebanê anîne, di bin çavdêriya leşkeran de her roj bi sedan daran dibirin.

Li herêmên Kuxên Duhguhga, Kaniya Mêvêg, Xara Bînu, Çala Nîriya, Ax Reşga, Çala Guza û Sirta Çirçiru yên Çiyayên  Cûdî daristan tên talankirin.

Tê diyarkirin ji bo hin qadên li herêma Çiyayê Gabarê jî daristan were talankirin, amadekarî tê kirin.

Li herêma Bestayê berê li 31 qadan talankirina daristanan hatibû destpêkirin. Talana li vê herêmê bênavber didome.