NY: 2023 wê bibe sala garis

Neteweyên Yekbûyî li dijî nifûsa cîhanê ya ku bê navber zêde dibe, difikire ku dexlên mîna “garis” xwegir hem bihayek guncaw û hem jî têrker e.

Li gorî Desteya Giştî ya NY’ê sala 2023’an wê bibe “sala garisê.” Ev dexlê xwegir li xaka zuha dikare şîn bibe û li dijî guherîna demsalan jî xwegir e

NY bi taybetî ji bo Efrîqa difikire ku garis “çareseriyek îdeal e.”

Di nav armancên Rêxistina Xûrek û Çandiniyê (FAO) a Neteweyên Yekbûyî ya sala 2023’an de, teşvîkirina çandiniya garisê jî heye.

Neteweyên Yekbûyî li dijî zêdebûna nifûsa cîhanê diyar dike ku “dexlên weke garis xwegir, çareseriyek bi buhayê guncaw û têrker teşkîl dike.”

Li Efrîqa û Asyayê ji bo milyonan mirovan, çavkaniyek girîng a xwarinê ye. NY îşaret pê dike ku garis, yekane mahsûl e ku li xak û demsalên zuha şîn dibe.

Li gorî NY’ê cûrên garisê, ji bazirganiya dexl a cîhanê sedî 3 kêmtir, çêdike. NY’ê îşaret pê dike ku ji ber hilberiya dexlê garisê dikare bê cur be curkirin, heyînek ecêb e û wiha dibêje: “Xeteriyên weke krîza li Ûkraynayê bûye sedem, xeteriyên girêdayî krîzên hilberandinê jî kêm dike.”

NY’ê anî ziman ku li dijî demografiya zêde dibe, di salên pêşiya me de, wê li Efrîqayê hilberandina çandiniyê sê qat zêde bibe. NY difikire ku pêwîstiyek bingehîn e ku Efrîqayî car din garisan biçînin.