Batizmî: Cejna Pîrê Alî

Cejna Batizmê yek ji van cejnan e ku ji bo bidawîkirina salê û her wiha ji bo xêrhatina sala nû tê kirin. Di vê cejnê de wateya xizmeta ji civakê re, alîkarî, civakbûn û dilnizmiyê bi rengên yek ji yekê bedewtir hatiye pênasekirin.

Di nava civaka Êzidiyan de her cejnek bi wate û girîngiya xwe heye. Di heman demê de her cejnek têkiliyeke xwe ya bi hêz a bi bedewiya xwezayê re heye. Yek ji wan cejnan jî Cejna Batizmê ye. Cejna Batizmê yek ji van cejnan e ku ji bo bidawîkirina salê û her wiha ji bo xêrhatina sala nû tê kirin. Di vê cejnê de bi şêweyên cihê qala girîngiya roj, meh û salê tê kirin. Her wiha di vê cejnê de wateya xizmeta ji civakê re, alîkarî, civakbûn û dilnizmiyê bi rengên yek ji yekê bedewtir hatiye pênasekirin.

Batizmî yek ji cejnên Êzidiyan ê herî kevin û watedar e, kevneşopiya vê cejnê vedigere hezarê salan û hîna jî di nava civakê de bi şiklekî berçav tê pîrozkirin.

Ev cejn di nava eşîra Çêlka de tê pîroz kirin û çêlka li seranserê welat belav e. Ji Bakurê Kurdistanê heta bi Şengalê eşîra Çêlka heye û yek ji eşîrên Êzdiyan ê herî mezine.

Cejna Batizmiyê jî di nava eşîra Çêlka de weke sersalê tê dîtin. Ev cejn heft rojan dewam dike, her rojek ji van navek xwe heye û karekî taybet tê de tê kirin.

Yekşem (Cilşo) yanî di nava her malbatekê de dest bi xwe paqijkirinê dikin, xwe dişon û hemû cilê malbatê di vê rojê de têne şûştin.

Duşem û Sêşem: (Nanê miriyan) Di vê rojê de her malbat ji bo mirî û şehîdên xwe xêrê dide û li derdora xwe xêrê belav dike.

Her wisa di van herdu rojan de malbat radibe bi rojî û rojiyan digirin.

Çarşem: Pezguran e. Di vê rojê de her malbat pezê xwe digure.

Pêncşem: Roja gera di nava hev de ye û cejna hev pîroz dikin. Di vê rojê de her kesê ji eşîrên din jî serdana wan malbatên ji eşîra Çêlka dikin û cejna wan pîroz dikin.

În: Bêhnvedan e. Di vê rojê de her kes istreheta xwe dike û kesek di vê rojê de serdana wan malbatên Batizmiyê nake. 

Şemî: Roja kar e. Her kes kar dike û berheviya sersala xwe dike. Di êvara vê rojê de kesên wan malbatan na nivin û Şevberatê digirin. Heya sibehî şiyar dimînin û ev şevberat bi ken û henek û govenda keç û xortan dewam dike. Heta sibeha Yekşemê.

Yekşem: Sersala û di vê rojê de xwarin tenê ser û pê têne çêkirin. Ev xwarin di serê sibehê de tê de xwarin.

Piştî xwarin hate belavkirin di nava xwe de dikin cejn û sersala hevdu pîrozî dikin. Batizmiya salê bi vî rengî bi dawî dibe.

'SEWIK WATEYA CEJNÊ DI NAVA XWE DE DIHEWÎNE'

Di nava 5 pênç rojan de tenê Sewik têne çêkirin û ev sewik jî watiya cejnê dide. Ev sewik bi ronê pez têne çêkirin.

Xewreyê Sewikan ji gel malbatên Pîran tê û li Bakurê Kurdistanê darek taybet heye ya gûzan. Wan gûzan ji pîran re dişînin, pîr jî bi 7 taman amade dikin û ji Çêlka re dişînin. Û Çêlka jî xewreyî Sewikên xwe çêdikin û di nava van 7 rojan de divê her tim li malê sewikên germ amade dikin. Dema mêvan tên sewik û xwarinê pêşkêşî wan dikin.

JI BO PÊKHATINA DAXWAZAN

Yek jî girîngiya vê cejnê ev e ku, di vê cejnê de dezk jî belav dikin. Ew dezik di roja dawî ya cejna xwe de li ser hêlma ser û piyan de digerînin. Li serê mala xwe li pêşiya boxçik dideynin, kesên tên mêvaniyê li wir ziyaret dikin. Ji ber  ew der cihekî pîroz e, toberk û pîroziyên civakê lê tên girtin. Her kesê çû wir ger ku bixwazin, malbat ji wan re wê dezika sor û sipî girê dide. Kes ji bo xwe hêvî û daxwaz dike, malbat jî ji bo hêviyên wan kesan pêk were dua dike.