Çola Atacamayê bûye sergo

Çola Atacama ya li Şîliyê ku cihek ji cihên herî ziwa ê li ser rûyê dinyayê ye û awayên jiyanê yên derasayî lê ne û mirov dikare pê raz û sira peresanê keşf bike, bûye sergo.

Çola Atacamayê ku li herêma Tarapaca ya li bakurê Şîliyê û xwedî ekosîstemeke bêhevta ye bi tonan bermayiyên cil û berg, wesayît an jî lastîkan hatiye tijekirin, di serî de Asya zêdeyê nîvê cil û berg û pelavên bi erzanî tên çêkirin, ji ber pirsgirêka nefirotinê, li çolê tên avêtin.  Ev sergo, ji bo kêmkirina aciziya ji ewrên bi jehr bi rêk û pêk tên şewitandin. Veguherandina sergo ya vê herêmê hem ji bo tenduristiyê hem jî ji bo jîngehê gefeke cidî ye.  Li vê çola bê ser û bin kanên herî mezin ên sifir (paxir) ên cîhanê û kanên lîtyûmê hene.