Pelên dawî yên payîza dereng mayî

Pelên dawî yên ji payîza dereng mayîn jî li ber ba xwe berdidin û xatir dixwazin, yeko yeko diweşin erdê.

Pelên dawî yên dar û deviyan jî hew xwe li ber bayê zivistanê digirin û yeko yeko xatir dixwazin, dikevin ser erdê.

Werz êdî payîz dereng e, rojên dawî ne; ber bi zivistan û şiliyê ve diçe. 

Her werzek taybetmendî û rengek xwe yê taybet heye dide xwezayê. Payîza direng jî bi rengê xwe yê sorûzer, dîsa weşîna pelên xatir ji darê dixwazin hestên mirovên zîz dike.

Li gel bayê û şiliyê pelên dawî yên bi çiqilê darê jî mayî xwe bera jêr dibarînin.