WHO: Pirsgirêka tenduristiyê ya bi milyonan kesan berdewam e

Li gor Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), ji ber bidestneketina avê, pirsgirêka tenduristiyê ya milyonan kesan berdewam e.

121 welatan bersiva rapirsiya WHO û UN-Water’ê da. Rapora di ve çarçoveyê de hat amadekirin, li Cenevreyê hat eşkerekirin.

Li gel bi şewba Covîd-19’ê giringiya paqijiyê li navendên tenduristiyê hatiye famkirin, bidestnexistina avê ya bi milyonan kesan hêj jî pirsgirêkeke tenduristiyê ye. Di raporê de hat destnîşankirin ku ji sisêyan duduyê welatan xwedî polîtîka ne di vî warî de, lê îşaret pê hat kirin ku rêjeya welatên bikarin vê polîtîkayê pêk bînin ji sedî 3 ye.

Her du saziyan ji bo gihiştîna armanca xwe ya av û paqijiyê heta bi sala 2030’î, bang li welatan kir ku bi lez û bez bikevin hewila pêkanînê.

Hat destnîşankirin ku ji çaran sisêyê dewletan ji bo av û paqijiyê têr fon venaqetînin. Hat derbirîn ku ji ber zehmetiyên heyî bi milyaran mirov rû bi rûyê nexweşiyan dibin.

Ji sedî 45’ê welatan ji bo gihîştina armanca xwe ya bidestxistina avê bi pêş ve diçin, lê di gihîştina armanca xwe ya paqijiyê de rêje ji sedî 25 e.

Dîrektorê Giştî yê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesûs, ev hişyarî kir: “Em rû bi rûyê krîzeke lezgîn in.“

Ghebreyesûs her wiha got ku ji ber kêmasiya avê û nebûna paqijiyê her sal bi milyonan kes jiyana xwe ji dest didin.

Ji ber nexweşbûna zêde ya rewşa hewayê, dayîna xizmetê di vî warî de zehmet dibe. WHO û UN-Water jî bêhtir dixwazin fînansman bê veqetandin û ji bo çavdêrî û sererastkirinê zêdetir tişt bên kirin.