WHO: Nîvê nifûsa cîhanê ji nexweşiyên dev bi bandor dibe
WHO‘yê diyar kir ku nêzîkê nîvê nifûsa cîhanê ji nexweşiyên dev bi bandor dibe.
WHO‘yê diyar kir ku nêzîkê nîvê nifûsa cîhanê ji nexweşiyên dev bi bandor dibe.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) destnîşan kir ku nîvê nifûsa cîhanê ji nexweşiya diran û pençeşêra dev bi bandor dibe.
Li gor rapora hat weşandin ji sedî 45 ango 3 milyar û nîv mirov ji nexweşiyên dev dikişînin. Serokê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesûs got: “Bi pereyekê hindik ber li pirê nexweşiyan tê girtin lê tenduristiya dev demeke dirêj e li seranserê cîhanê tê piştguhkirin.“
Li gor rapora nû zêdebûna milyarek nexweşên dev û diranan li 194 welatan nîşaneya wê yekê ye ku derfeta gelek mirovan nîn e bi tedawiyê ber li nexweşiyên herî berbelav ên wek kurmîbûna diranan, nexweşiya pidiyên diranan, ketine diranan û pençeşêra dev, bigirin.
Diranên kurmî nexweşiya herî berbelav e. Li seranserê cîhanê nêzîkê 2 milyar û nîv kes ji vê nexweşiyê bi bandor dibin. Sedemeke giring a ketina diranên mirov jî nexweşiya pidiyên diranan e. Li gor Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê her sal nêzîkê 380 hezar nexweşên pençeşêra dev tên keşifkirin. Sedemên bingehîn ên nexweşiyê, bikaranîna zêde ya şekir û titûn û araqê ye.
Di raporê de îşaret pê hat kirin ku di xizmeta tenduristiya dev de wekhevî nîn e û hat eşkerekirin ku nexweşên dev û diranan bi piranî ji welatên kêmpêşveçûyî ne.