Berhemên destan bûne çavkaniya debarê

Berhemên çandî û Kurdewarî yên hunera destan bûne yekane çavkaniya debarê ya dayika Şîlan û mamê Afe. Dayika Şîlan û Mam Afe bi rê û rêbazên cuda van berheman pêşkêşî xelkê herêmê dikin.

Her demê berhemên çandî û kevneşopî yên Kurdewarî bala mirovan kişandiye. Bi taybetî eger ku ew berhem bi dest û kedeke mezin û kêrhatiyeke baş hatibe hûnandin zêdetir mirov dikişîne xwe û dibe yek ji daxwazên mirov jê venegere.

Berhemên ku bi taybetî çanda mirov nîşan bide zêdetir balê dikişîne. Kurd jî xwedî çandeke welê dewlemende bi hemû reng û hunera xwe balê dikişe ser xwe.

Dayika Şîlan û Mamê Afe jî yek ji wan kesan e ku bi salan e karê hunerî yê dest dike û bi van berheman debara xwe ya rojane dike. 

BI DESTÊ XWE LI GORÎ XWESTEK Û DAXWAZAN DIHÛNE

Mam Afe yê ji navçeya Şarbajêr ku nêzî 8 sal e kumên kuredewarî taybet ên li ser cil û bergên Kurdî yên jinan çêdike diyar kir ku ew bi xwe kuman didirû û hevjîna wî jî alîkariya wî dike, dineqişîne. 

Mam Afe anî ziman ku ev çandeke kevnar e û li gorî xwast û daxwazên bikarhêneran neqiş li ser kuman dineqişîne. Mam Afe hem wext êlekên kum temam dike jî bi taybet ên zarokan bi heman rengî çêdike û dineqişîne. 

EW Û HEVJÎNA XWE MIL DANE MILÊ HEV

Mam Afe diyar kir ku hevjîna wî cil û bergên gelerî yên jin û mêran didirû û got: “Niha zêdetir cilûbergên zarokan çêdike.”

Li ser xwast û daxwazan jî Mam Afe anî ziman ku daxwazên şêniyan li ser van berhemên gelerî pire heta ji Ewropa jî daxwaz tên em li gorî daxwazên wan çêdikin û dişînin. 

DEBARA WAN LI SER HUNERÊ DESTÊ WAN E

Herî dawî Mam Afe anî ziman ku ew û hevjîna xwe mil dane milê hev bi vî karî radibin û debara xwe ya jiyanê pê diborînin.

DAYIKA ŞÎLAN 12 SAL IN BI BEN Û MORÎKAN KAR DIKE

Dayika Şîlan a 12 sale bi karê hunerê destan ê weke bazin û gerdenên cûr be cûr bi rengên morîkan hatî xemilandin debara xwe dike. 

BI BERHEMÊN XWE TEVLÎ GELEK FESTÎVALAN BÛYE

Dayika Şîlan anî ziman ku ciheke wê nîne ku van berhemên xwe nîşan bide û bigihîne xelkê herêmê, ew bi tevlîbûna gelek festîvalan berhemên xwe nîşan dide û digihîne welatiyan. 

Dayika Şîlan anî ziman ku eleqeya ji bo berhemên destan baş e.


          [album=18037]