Dadgehê ji bo çêkirina HES'ê ya li Çemê Zîlanê biryara betalkirinê da

Di doza têkildarî HES'ê de ya li ser Çemê Zîlanê tê çêkirin, Dadgeha Îdareyê ya 1'emîn a Wanê diyar kir ku biryara 'rapora ÇED'ê ne pêwîst e' ya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ne qanûnî ye, lewma biryar betal kir.

Xebatên ku hikûmetê di sala 2014'an de ji bo çêkirina Santrala Hîdro Eleketrîk (HES) a li Çemê Zîlanê yê navçeya Ercîş a Wanê dabû destpêkirin, li ser serlêdana rêxistinên hawirdorê û gundên derdorê bi biryara Şûreya Dewletê hatin rawestandin. Projeya HES'ê ya ku çêkirina wê di sala 2015'an de bi biryara 6'emîn Odeya Şûraya Dewletê hat rawestandin, tevî vê yekê jî dewam kir. Di heyama ku ji ber vîrusa koronayê ya ku di sala 2019’an de derketibû de her kes vekişiya malên xwe, li herêmê xebatên HES’ê dîsa destpê kirin.

Gundiyên ku serî li rêyên hiqûqî dan, diyar kirin ku debara wan bi çandinî û sewalkarî ye û gotin, eger HES bê çêkirin ji ber wêrankirina ekolojîk a ku wê li herêmê çêbibe, ew ê nikaribin debara xwe bikin, lewma ew ê neçar bibin ku, koç bikin.

Gundiyên ku guh nedan biryara Şûraya Dewletê û li dijî AKP'ê ketin nava tevgerê, bi Înîsiyatîfa Ekolojiyê ya Zîlan re dîsa serî li rêyên hiqûqî dan. 1’emîn Dadgeha Îdarî ya Wanê ku serlêdana Berdevkê Însiyatîfa Ekolojiyê ya Zîlan Şahabettîn Demîr nirxand, biryara xwe da. Dadgehê biryara Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ya "ÇED’ê ne pêwîste’ ne rast dît û betal kir.

DEMÎR: DIVÊ HES DEMILDEST BÊ BETAL KIRIN

Berdevkê Ekolojiyê yê Zîlan Şahabettîn Demîr der barê mijarê de agahî da û got: “Doza projeya HES’ê ya Zîlan bi gotina ‘ÇED’ê ne pêwîst e’ kiryar betal kir, lê em dixwazin ev şîrket bê girtin. Weke Platforma Ekolojiyê ya Zîlan em bi salan e vê dozê didomînin. Ji ber ku me li dijî vê bêhiqûqiyê li ber xwe da em rastî gef û zextan hatin. Lê gelê Zîlan jî bi me re li ber xwe da. Em bi ekolojîstên hemû cîhanê re tevgeriyan, me bi derfetên xwe doz vekir. Lê belê ev biryar ne bes e. Têkoşîna me ji Hesenkêfê heta Çiyayên Kaz û Baxçeyên Hevselê yên Kurdistanê berdewam dike. Sedema ku şîrketên madenê, HES û kapîtalîzmê li cewhera me digerin sermaye ye û em vê red dikin. Tevî biryarê jî HES'ê xebatên xwe didomîne. Divê demildest bê rawestandin. Biryarên Lijneya Dewletê û Dadgeha Îdarî ya 1’emîn hene. Pispor her tim kesên alîgirê hikûmetê ne. Eşkere ye ku mîqdara ava ku ji hêla cihêrengiya ekolojîk ve hewce dike têrê nake. Heta ku HES'a navborî bê girtin û ji herêmê derkeve wê têkoşîna me bidome."