Di civîna bilind a COP15'ê de li ser cihêrengiya biyolojîk peymana dîrokî

Nûnerên dewletan ên li bajarê Montreal a Kanadayê li hev civiyan, ji bo rawestandina tunekirina cihêrengiya biyolojîk û çavkaniyên ji bo mirovahiyê girîng in, li hev kirin.

Peymana ku di civîna bilind a COP15’ê de ku nûnerên hemû dewletan tê de beşdar bûn, weke "dîrokî" hate nirxandin.

Di metna dawîn de armanca wan ev e ku heta sala 2030’an ji sedî 30 ê gerstêrkê biparêzin.

Serokê Çînî yê COP15’ê Huang Runqui ragihand ku peymana ku armanca wê parastina baştir a cihêrengiya biyolojîk a li ser gerstêrkê ye, sibeha Duşemê hat qebûlkirin.

Metn roja Yekşemê ji aliyê Çînê ve hate pêşkêşkirin. Armanca ji sedî 30 a metnê ku ji nêzî 20 tedbîran pêk tê, li gorî Peymana Avhewayê ya Parîsê ku armanc dike germahiya global bi +1,5 pileyî bê sînorkirin, tê dîtin.

Niha tenê ji sedî 17’ê bejahiyan û ji sedî 8’ê deryayan tên parastin.

Di metnê de ji bo gelên herêmê jî, ku wekî parêzvanên ji sedî 80’ê cihêrengiya biyolojîk ên cîhanê tên dîtin, garantî dide.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka aborî ya ku hê jî di navbera Nîvgirava Bakur û Başûr de wek pirsgirêkek nêz e, tê pêşniyarkirin ku heta sala 2025’an alîkariya navneteweyî ya ji bo cihêrengiya biyolojîk "herî kêm bigihêje 20 mîlyar dolarî" û heta  sala 2030’an jî herî kêm bigihêje "30 milyar dolarî".