Kefiya Binevş Agal hîn jî li mala Temê ye

Binevş Agal kefiya ku dayika wê bi xwe hûnand, da Kamîle ji bo zarokên wê xwe pê germ bikin û yên ku bi kefiya Binevş germ bûn, dan ser şopa wê.

Kamile Temê ku sala 1982'an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK nas kir, deriyê mala xwe li gerîlayan vekir û gerîlayên jin jî mîna ewladên xwe hembêz kir. Li gundê Merga Mîra yê Dêrikê, ku weke mala gerîla dihate naskirin, dayika Kamîle carna birînên gerîla dipêça, carna jî hine li porê wan dikir. Rondik jî herî zêde di dema oxirkirina gerîla de dirijand.

Li vê mala ku Sakîne û Azîme lê bûn mêvan, Binevş Agal jî hebû. Di sala 1986'an de ji bo derbasî Lubnanê bibe li vê malê sekinî. Ev yek bû sedem ku malbata Temê ji nêz ve nas bike. Binevş Agal wextekê bi dayika Kamîle re ma, di dilê wê yê germ de cih girt. Kefiya xwe diyarî wê kir û ev têkiliya xwe ya xurt kir kêliyek ku neyê jibîrkirin.

BI NAVÊ WÊ MEZIN DIBIN

Binevş ku navê wê ji destana Kurd a 'Cembeliyê Mîrê Hekkarî û Binevşa Narîn' wergirt, kefiya xwe da dayika 7 zarokan Kamîle. Kefiya ku zarokên wê germ kir, hîn mîna roja destpêkê ye. Kefiya ku sala 1988'an beriya biçe Cizîrê da dayikê, ji bo malbatê mîna dîrokekê ye. Kefiya Binevşê 7 zarok germ kir û ew zarok jî bi navê Binevş mezin bû. Kefiya Binevşê hîn ê li goşeke malê ye û ji her kesên têne vê malê qala çîroka wê tê kirin.

Kefiya ku ji aliyê dayika Binevşê ve hate çêkirin û hate neqişandin, ji aliyê malbata Temê ve tê parastin. Malbata Temê ne tenê kefiyê diparêze, di heman demê de ji bo armanca Binevşê pêk bîne bi wate dike.

BINEVŞ AGAL KÎ YE?

Binevş Agal (Bêrîvan) sala 1966'an li navçeya Qûbînê ya Êlihê weke keçeke Êzidî ji dayik dibe. Binevş û malbata wê ji ber zextên darbeya 12'ê Îlonê koçî Ewropayê dike. Sala 1986'an beşdarî Kongreya 3'yemîn a PKK'ê bû ku li Geliyê Bekaayê hate lidarxistin. Piştî perwerdeya li Geliyê Bekaayê, derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Li vê derê piştî ku demekê kar kir, derbasî Botanê bû. Binevşê li Cizîrê karên rêxistinî meşand, gelê Botanê gelekî jê hez kir ku bi navê bêrîvan li nava wan dihate naskirin. Li nava gel bû cihê hurmetê. Li Cizîrê di 16'ê Çileya 1989'an de bi îxbarekê mala ku lê bû tespîtr bû. Teslîm nebû û heta fîşeka xwe ya dawî şer kir, piştre jî şehîd ket.