KCK'ê cejna Noelê li alema Xiristiyan pîroz kir

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cejna Noelê ya gelên Xiristiyan ên Kurdistanî û alema Xiristiyan hemûyî pîroz kir.

Komîteyê daxuyaniyek weşand û got, "Em cejna Noelê li gelên Xiristiyan ên Kurdistanî û tevahiya alema Xiristiyan pîroz dikin. Piştî çend rojên piştî cejna Noelê cîhana me wê derbasî saleke nû ya mîladî bibe. Bi vê wesîleyê em sala nû ya mîladî di serî de li Kurdistaniyan li hemû mirovahiyê pîroz dikin. Her wiha hêvî dikin ku sala nû ji gelan hemûyan re aştî, edalet û wekheviyê bîne; bi têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê derbas bibe. Em dibêjin ku cejna Noelê ya îsal û sala 2023'an bikin saleke ji çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên mirovahiyê.

Hêzên modernîteya kapîtalîst di sala 2022'an de gef û êrîşên xwe dewam kir ku hevsengiya ekolojîk a gerstêrka me û nirxên mirovahiyê têk bir. Gelan jî lêgerîn û têkoşîna xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêkên ekolojîk, siyasî û civakî mezin kirin.

Di sala 2022'an de bi bêdengiya li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û taktîk nukleer ên li dijî gelê Kurd, wijdan, exlaq û hiqûq careke din hate tunekirin; şerê Rûsya-Ûkraynayê bû sedema penaberkirina gelê Ûkraynayê, cografya wê xera bibe û pirsgirêkên nû yên mirovahiyê rû bidin. Dewleta Tirk a faşîst ji bo têkbirina gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo koçberkirina gelan êrîşên xwe zêde kir. Sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê careke din nîşan da ku dewelta Tirk ti pîvanên exlaqî û hiqûqa navneteweyî nas nake. Saziya Konseya Ewropayê CPT li gorî hiqûqa xwe tevnegeriya û weke ku di vê mînakê de jî hate dîtin, Yekîtiya Ewropayê piştgirî da êrîşên qirkirin û komkujiyê yên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan. Piştgiriya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo dewleta Ûkraynayê, pêşî li mexdûriyeta gelê Ûkraynayê nagire. Ji ber ku Yekîtiya Ewropa li gorî pîvanên demokratîk tevnagere. Li gel şer, mirin, hilweşandin û trajediyên li Kurdistan û Ûkraynayê di vê salê de her wiha berxwedaneke ku rûmeta mirovahiyê bilind dike pêk hat.

Di rewşeke bi vî rengî de pîrozkirian cejnan, bîranîna pîrozmendiyên civakî û çareserkirina pirsgirêkên mirovahiyê wê bêhtir bi wate be. Weke tevger em di wê baweriyê de ne ku pirsgirêkên civakî, siyasî û aborî bi têkoşîna demokrasî û azadiyê dikarin çareser bibin. Bi vê baweriyê em hêvîdarin ku cejna Noelê û sala nû ya mîladî bibe wesîle ji jiyaneke ekolojîk, demokratîk û azad a mirovahiyê re. Em bang li gelan dikin ku di sala 2023'an de li dijî dewlet û hikumetên faşîst, qirker, mêtinger ên li Kurdistanê û her devera cîhanê, têkoşîna rêxistinî xurtir bikin. Em dibêjin ku di sala nû de em gel hîn bêhtir piştgiriyê bidin hev.

Bi van fikir û hestan em Cejna Noelê careke din li Asûrî, Suryanî, Keldanî û Ermenên Kurdistanî, li Xiristiyanan hemûyyan pîroz dikin û hêvî dikin ku Noel a îsal û sala nû ya mîladî bibe saleke ku bersivê bide bendewarî û hêviya gelan."