Zîpik li Kuwêtê bariya

Li Kuwêta welatekê ji welatên herî germ ên cîhanê, zîpik bariya.

Midûrê Berê yê Beşê Meteorolojiyê yê Kuwêtê Mûhammed Karam ku bi AFP’ê re axivî, got: “15 sal in ku zivistanê ew qas zîpik nebariyaye.”

Zipîk, Sêşem û Çarşemê bariya. Zarokan pê ji xwe re kêf kir. Li ser medyaya dîjîtal jî gelek wêne û vîdeo hatin parvekirin.

Servîsên meteorolojiyê diyar kir ku li hin cihan nêzîkê 63 km şilî bariyaye û pêşbîniya wan ew e ku ji roja Çarşemê û pê de rewşa hewayê baş bibe.

Mûhammed Karam, da xuyakirin ku kêm be jî zîpik li welêt dibare û anî ziman ku dibe salên bên bi bandora germbûna kûreyî zîpik zêdetir bibare.

Li Kuwêtê ku welatekê dewlemend ê neftê ye, zanyar hişyar dikin ku di hin serdemên dibe ku mirov nekarin li welêt bijîn.

Sala 2016’an de bi germahiya bi 56 pileyan li Kuwêtê rekora cîhanê hat qeydkirin.

Saziya Jîngehê ya girêdayê dewletê, pêşbîniyê dike ku di navbeyna salên 2071 û 20100’an de li hin herêman germahiya hewayê 4,5 pile zêdetir bibe.