Dibistana Ermeniyan ya 207 salî li ber hilweşandinê ye

Dibistana Seretayî ya Ermeniyan ya Khorenyan ku 207 salî ye, bi tunebûnê re rû bi rû ye.

Ji ber ku gelek milkên Ermeniyan ên ku nayên guhertin, weke avahiyeke dîrokî tên binavkirin û restorasyon nayê kirin hilweşiyan an jî bi tunebûnê re rû bi rû ne. Yek ji van avahiyan Dibistana Seretayî ya Ermeniyan ya Khorenyan a li Balatê ye.

Dibistana seretayî ya Ermeniyan ya Khorenyan, li Taxa Ayvansaray a Balatê li kêleka Mizgefta Ferruh Kethuda ku yek ji berhemên Mîmar Sînan e û Hemam a Balat Aga ya ku yek ji hemamên yekem ên Stenbolê ye, cih digire. Dibistan aidî Weqfa Dêra Surp Hîreşdagabed ya Ermeniyan e ku li beramberî dibistanê ye. Ji ber vê yekê avahiya dibistana seretayî bi awayekî fermî nayê desteserkirin, lê ji xeynî armanca avakirinê ji gelek tiştên cuda re tê karanîn.

Dibistana Seretayî Khorenyan di sala 1816’an de hat avakirin û di sala 1866’an de bi 80 xwendekaran ve dest bi perwerdeyê kir. Avahiya ku heta 1925’ê weke dibistan tê karanîn, ji ber şewateke bi guman êdî weke dibistan nayê bikaranîn.

Di vê pêvajoyê de xwendekar li Dêra Surp Hîreşdagabed ya Ermeniyan xwendina xwe didomînin. Di vê şewatê de ne tenê dibistan di heman demê de qada dibistana Ruhban û goristana Ermeniyan jî wêran dibe. Dibistan ji bo perwerdeyê tê girtin, goristana Ermeniyan û qada dibistana Ruhbanê ji aliyê hikûmeta demê ve tên valakirin. Avahiya dibistanê piştî demeke ji aliyê Dêra Ermeniyan ve weke embara titûnê tê bikaranîn. Dibistan di sala 1977’an de bi awayekî fermî hate girtin.

Heta sala 1990 weke embara titûnê û piştre jî demek kurt weke kargeha sabûnê hat bikaranîn. Di sala 1925’an de dibistan ji ber sedemeke ku nayê zanîn carek din şewitî. Dibistan demekê weke Sînemaya Havînê ya Mehtapê hate bikaranîn. Nayê zanîn ku ji bo sînameya havînê ji Weqfa Ermeniyan destûr hatiye girtin an ne. Piştî ku sînameya havînê tê girtin, bexçeya avahiyê weke cihê otoparkê û avahî bi xwe jî ji aliyê bêmalan ve tê bikaranîn. Derdora avahiyê ku piştî otopark tê girtin di nîvê sala 2000’an de demeke weke embara kaxizên avêtî tê bikaranîn, di sala 2018’an de tê girtin.

Di Sala 2014’an de ji aliyê Weqfa Dêra Surp Hîreşdagabed ya Ermeniyan, Dibistana Khorenyan û Goristana Ermeniyan ve ji bo restorasyona Dibistana Seretayî ya Khorenyan ji Desteya Bilind a Abîdeyan re serlêdan hate kirin, lê heta 2021’an jî tu bersiv nehat dayîn. Rêveberê Weqfê Aram Kuran di sala 2018’an de ji rûpela nûçeyên Ermeniyan re got, “Dixwazin vê derê bikin otel, ji bo avahiya ku di statuya yekemîn a dîrokî de ye li benda destûrê ne. 4 sal in ji daxwaznameyê re bersiv ne hat dayîn. Rêveberekî din ê Weqfê Zekî Ocal ji diyar kir ku Desteya Bilind a Abîdeyan ji bo restorasyonê destûr daye û ev der ji aliyê Şaredariya Fatîhê ve wê bibe navenda çandê. Li gel vê yekê li avahiyê ti xebatên restorasyonê nehatin kirin. Avahî roj bi roj dirize.”