ZANIST
Nûçeyên Dawî
-
Algorîtmaya hişê çêkirî di meha Kanûnê de Korona tespît kiriye
Bi saya algorîtmayeke hişê çêkirî ya li Kanadayê hate îddîakirin vîrusa Korona ya ku li Çînê belav bûye, beriya WHO’yê hatiye tespîtkirin. -
Gêrik ji hêla rêxistinî ve li pêşiya mirovan in
Du lêkolînên li Zanîngeha Lozanê derxistin holê ku ji hêla rêxistinî ve bi milyonan sal li pêşiya mirovan in. -
'Dînozor bi kevirê ezmanî qir bûn'
Lêkolîneke dawî ya ku di kovara Scîenceyê de weşiyayî, teoriya 'kevirê ezmanî' ya li ser qirbûna dînozoran qewîm kir. -
Wê droneyên mîna çûkan baskên xwe hene bên çêkirin
Zanyarên Emerîkî amadekariyan dikin ku hin droneyan çêbikin ku mîna çûkan baskê wan hebin û weke çûkan bifirin. -
Du exoplanet hatin dîtin ku pêkane jiyan lê hebe
Li du exoplanetan ku beriya demeke nêz hatin dîtin û li dora stêrkên nêzî dinyayê ne, îhtimala jiyanê tê lêkolîn. -
Tîna bedena mirovan kêm dibe
Li gorî gelek lêkolînên ku dema dawî hatin kirin, germahiya navxweyî ya mirovan kêm bûye. Germahiya navxweyî ya mirovan daket 36.1 pileyî. -
Ava li Marsê ji texmînan zûtir dûkelî dibe
Mars ku weke gerstêrkeke alternatîfa cîhanê tê dîtin, tê gotin ku ava wê ji texmînan zûtir dûkelî dibe. Tê destnîşankirin ku ev li pêşiya mirovan ne asteng e ku mirovan bişînin Marsê. -
Çînê moşeka barhilgir a herî mezin şand fezayê
Çînê, Moşeka Meşa Dirêj-5 ku weke moşeka barhilgir ya herî mezin tê nirxandin şand fezayê. -
Zanyaran li laboratuwarê stêrik çêkirin
Zanyaran bi xurttirîn lazera cîhanê li laboratuwarê stêrikek çêkirin. -
Xelata Nobelê ya Fizikê dane 2 Swîsriyan û Emerîkiyekî
Xelata Nobelê ya Fizîkê, ji ber keşfa li qada kozmolojiya fizikî û keşfa gerestêrkeke li derveyî Rojê dane 2 Swisrîyan û welatekî Emerîkî- Qenedayî. -
Exoskeletona ku fermana mêjî fêhm dike hate çêkirin
Zanyarên Fransiz 'exoskeleton'ek ku sînyalên mêjî dişîne ser kompîtirê û bikaribe mirovên astengdar bimeşînin, hate çêkirin. -
Gemariya hewayê: Partîkûl heta bi plasentayê xwe digihînin
Li gorî lêkolîneke ku li Belçîkayê hatî kirin, qirêjiya hewayê dema ducanîbûnê partîkûlên ziyandar rasterast ji dê xwe digihîne zarokan. -
Li gerekstêrkeke dişibe cîhanê av hate dîtin
Astronoman cara yekê ye ku di atmosfera gerekstêrkekê ji derveyî Sîstema Rojê de ku dişibe cîhanê, av dît. -
Dermanê li dijî extiyariyê
Di encama lêkolînekê de zanyaran dermanek keşif kirin ku dikare bandora extiyariyê biguherîne. -
Helîkoptera Marsê bi wesayîta keşfê ve hate girêdan
Piştî ceribînên serketî ya Helîkoptera Mars a NASA ya ji bo seyaheta li gel Mars 2020’an plan dikir û şûnde, bi wesayîta keşfê ve hate girêdan. -
'Dibe ku daristan nikaribin xwe di nava 100 salî de nû bikin'
Şewitîna bi sed hezaran hektar daristanên Amazonê ku dema dawî rû da, di rojeva dinyayê de ye. Darên ku hatine şewitandin an jî talankirin ji bo karibin ji nû ve şîn bên û xwe nû bikin pêwîstî herî kêm bi 100 salî û jê zêdetir heye. -
Metirsî meteorên mezin nîne, yên biçûk in
Meteorekî mezin ku di 10'ê Tebaxê de ji mesafeya bi 7.4 milyon kîlometreyî dûrî dinyayê derbas bû, heta sed saleke din wê li dinyayê nekeve. Lê belê metirsiya herî mezin meteorên kêmî 130 metreyî ne. -
Guhên sorfê yên Neandertalan hebûne
Li gorî lêkolînekê guhên sorfê yên Neandertalan hebûne, ku di zimanê tibî de jê re exostosîs tê gotin. -
Germahiya global: Zêdebûna bi 0,5 pileyî jî felaket e
Germahiya global ku pirsgirêka herî girîng a paşeroja dinyayê ye, eger tenê 0,5 pileyî jî zêde bibe wê tenê li Çînê her sal bi deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin. -
Li Fransayê qaqûtê mezin ê turîasaurîa hate dîtin
Li Fransayê ji ya ku heta niha hatiye dîtin mezintir hestiyê dînozoran hatin dîtin. Tê texmînkirin ku dînozor bi dehan metroyan dirêj e. -
Ji texmînan bêhtir av li Heyvê heye
Li gorî lêkolîneke zanyarên fezayî yên Emerîkî li Heyvê ku peyka Dinyayê ye, ji texmînan bêhtir av heye. -
Her sal 1400 gotarên zanistî nayên qebûlkirin
Li gorî bloga bi navê Retraction Watch ku ji bo şopandina gotarên zanistî ava bûye, her sal 1400 gotarên zanistî ji ber ku ne li gorî krîteran e nayên qebûlkirin. -
Naziyekî ku da pey çûkên li Kurdistanê
Çûka Gabelek zanyarekî Nazî da pey xwe û ji Elmanyayê gihand Colemêrgê. Tevî guhertin avhewayê, şer, bendav û bajarvaniyê jî Gabelek çûkeke rengîn e ku hîn li Kurdistanê ye. -
Sala 2050'î wê Hewlêr bişibe Ahvazê, Dîlok jî bişibe Hewlêrê!
Li gorî lêkolînekê ku der barê avhewayê de hate kirin sala 2050'î wê avhewaya Hewlêrê bişibe ya Ahvazê, ya Dîlokê bişibe Hewlêrê, ya Parîs û Berlînê jî bişibe Canberrayê. -
Bi milyonan telefonên mobîl bi vîrûsekê hatine bidestxistin
Hate gotin li tevahiya cîhanê bi vîrûseke ku di telefonên Androîd geriyayî bi milyonan telefon hatine bidestxistin.