BI DÎMEN

Li çar bajaran pîrozbahiyên 'Vejînê'

Salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê li bajarên Ewropayê bi coş têne pîrozkirin. Li Bonn, Leipzig, Grosseto û Bordeauxê pîrozbahî hatin lidarxistin.

Salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li bajarê Bonn ê Elmanyayê hate pîrozkirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, Hevseroka HCDK-E'yê Zubeyde Zumrut axivî û berxwedana Rêber Apo û gerîlayên Kurdistanê silav kir.

Her wiha girê Jiyan Alî, Jiyan Arjîn, Baran Mardîn jî derketin ser dikê, hunera xwe pêşkêş kirin û beşdaran li ber stranên wan govend gerandin.

LEIPZIG

Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê Kurdistaniyan li gel dostên xwe salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Hevserokê KON-MED'ê Kerem Gok vejna vejînê li beşdaran pîroz kir.

Hevserokê FED-KURD'ê Menderes Canbeg jî anî ziman ku têkoşîna 46 salan ew gihandin vê astê û salvegera damezrandina PKK'ê silav kir

GROSSETO

Li bajarê Grosseto yê Îtalyayê Kurdistanî li gel dostên xwe yên Îtalyayê li hev kom bûn û salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê bi coşeke mezin pîroz kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, Hozan Kawa derkete ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.

Şaredarên Arcidosso û Seggiano jî beşdarî pîrozbahiyê bûn û ji bo raikrina tecrîda li ser Rêber Apo û zextên li ser gelê Kurd bang kirin.

Di pîrozbahiyê de bi wesîleya salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê sînevîzyonek hate nîşandan.

Pîrozbahî bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' û gerandina govendê bi dawî bû.

BORDEAUX

Li bajarê Bordeaux ê Fransayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan li banliyoya Rochefortê li hev kom bûn û salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Siyasetmedar Demîr Çelîk li pîrozbahiyê axivî û anî ziman ku PKK ji bo tevahiya cîhanê bûye hêvî.

Di pîrozbahiyê de hunermend Seydo Gimgim, Beri Altay, Hozan Menal, Azad, Dengbêj Zelal û Rêdûr Serhed hunera xwe pêşkêş kirin

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.