Fosîla 200 sal berê hatiye dîtin aîdî 200 milyon sal berê ye

Di sedsala 19’an de zanyaran li Îngîltereyê fosîl dîtibûn. Derket holê ku ev fosîl ji 200 milyon sal berê maye.

Li başûrê Îngîltereyê di sedsala 19’an de fosîleke aîdî 200 sal berê hatibû dîtin. Derket holê ku ev fosîl qada herî kevn a nêçîrê bûye. Di fosîlê de masîyeke wekî kalamarê êrîşî masiyekê din dike.

Zanyaran diyarkirin ku masiya bûye nêçîr Clarkeiteuthis montefiorei ye û ya ku êrîş dike jî Dorsetichthys bechei ye.

Tê diyarkirin ku ev fosîl beriya niha 190-199 milyon sal berê pêk hatiye.