Yekemîn sonda Ereb ber bi Marsê ve hate şandin

Sonda fezayê ya Îmarat ber bi Marse ve bi rê ket. Tê payin ku amûra fezayî di Sibata 2021'ê de bigihêje hedefa xwe.

Amûra fezayî ya bêmirov El Amal (Hêvî) sibeha Duşemê ji navenda fezayî ya Japonyayê Tanegashîma hate şandin. Hefteya derbasbûyî ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê, şandina amûra fezayî du caran hatibû taloqkirin.

Şandina sonda fezayî ya ber bi Marsê ve, ji Îmarat bi coş hate pêşwazîkirin. Ji kûleya herî bilind a cîhanê ji Bûrc Xelîfe ya li Dûbaiyê, beriya rabûna sondayê bi rengekî sembolî ji 10'an ber bi jêrê ve hate jimartin.

Tê plankirin ku sonda di Sibata 2021'ê de bigihêje dorhêla Marsê. Ev dem jî salvegera 50'î ya yekbûna heft prensiyên Îmarat e.

Sonda wê atmosfera Gerstêrka Sor lêkolîn bike û tê payin ku daneyên li ser guhertina klîmayê ya salekê ya li gerstêrkê bişîne.

Tê payin ku ji Îlona 2021'ê û pê ve El Amal dîmenên Marsê bişîne.

Îmarat ku dewlemendê petrolê ye û bi jiyana luks tê naskirin, hewl dide li qada teknolojiyê jî bibe aktorekî girîng û plan dike ku sedsala bê li Marsê koloniya destpêkê ya mirovan ava bike.