Sondeya fezayî ya Çînê li ser Heyvê danî

Sondeya fezayî ya Çînê Change ya 5’an li ser Heyvê danî. Hate diyar kirin ku armanca sondeyê ew e ku li ser Heyvê nimûneyek bîne.

Ji 44 salan û vir ve cara yekeme ku sonedeyek fezayî xwe plan dike ku li ser Heyvê nimûneyan kom bike û bîne.

Berî niha sala 1976’an ji aliyê Yekîtiya Sovyetan a berê ve mîsyonek wisa hatibû kirin.

Heta niha tenê DYE û Yekîtiya Sovyetan misyonek wiha çêkiribûn.

Rêveberiya Çînê jî bi vê operasyonê wê teknolojiya xwe ya nû test bike. Xwedî girîngiyek mezin e ku sala 2030’an astronotek rêke li ser heyvê.

Pekîn ji bo ku bigehe DYE, Yekîtiya Ewrûpa û Rûsyayê heta jê derbas jî bike, di şandina fezayê ya keşif, lêkolîner û sektora peyk de bi milyaran dolar xerc dike.

Çînê sala 2013’an robotek bi tekel şand li ser Heyvê, piştî Çileya 2019’an bû yekem welatê ku robot şandî li ser aliyê tarî yê Heyvê.