Çi qasî rast e ku hîdrojen bibe alternatîfê enerjiya fosîlan

Hîdrojena ku YE ji bo derbasî ser enerjiya paqij bibe , plansaziyên mezin dayî ber xwe, hê jî ji enerjiya fosîlan hilberîndina wê, ji ber nediyariyên li ser maliyetên wê, hê jî li ber aternatîfbûna wê asteng e.

Yekîtiya Ewropayê (YE) bi çarçoweya çûna ser enerjiya paqij duh stratejiya hîdrojenê ya ku ji fosilan an jî enerjiya ku dikare were nûjenkirin were hilberandin ragihandibû.

Komîsyonê pêşniyar kir heta 2024'an 1 milyon ton hîdrojana ji kana enerjiya dikare were nûjenkirin were hilberandin, heta 2030'î jî hedef ew e ku 10 milyon ton hîdrojen were hilberandin. Li vê derê armanc ew e ku ji ber sedema bikarnaîna petrol, komir û xaza sirûştî kêmkirin karbondîoksîtê ye, ku dibe sedema germbûna global.

YE armanc dike ku heta 2050'î karbondîoksîtê notr bike lê li ser vê stratejiya hîdrojenê ku YE veberhêneke mezin daniye ber xwe rexne zêde hene. Ji ber ku di nav wê civînê de ku Komîsyonê stratejî ragihandibû gelek hilberandinên petrolê yên weke Shell û Snam jî hene.

Di hedefa YE'yê de heye ku xaza hîdrojenê ji elektrîkê were hilberandin, ku tenê ji enerjiya rojê û bayê tê hilberandin. Lê ev kar jî pir biha dibe.

Di roja îro de bi bikarnaîna enerjiya petrolê  maliyeta hilberndina yek kîlo hîdrojenê dibe 1,5 Euro û ji vê re 'hîdrojena grî' tê gotin, maliyeta hîdrojan bi kana xaza sirûştî re ku jê re 'hîdrojena şîn' tê goitn û ji bo ku bêyî karbondîoksîtê berde tê girtin û kêmtir dibe sedema lewitîna hewayê bi qasî 2 Euroyî ye.

Li gel vê dema ku elektrîka ji bo hîdrojenê were hilberandin ji roj û bayê were hilberandin maliyeta kîloyekê dibe 3-4 Euro

Îhtîmaleke mezin e ku hîdrojen bi taybetî di veguhaztina hewayî û deryayî de û gihandina giştî de bibe alternatîfeke mezin. Lê ji aliyekî ve bi sedema ku atmosfer neyê lewitandin tê xwestin ku hîdrojen were hilbernadinû ji bo hilberandina vê hîdrojenê hema bibêje zêdetir bikarnaîna fosîlan zêde bi aqilan nakeve.

Ji ber vê van salên dawî gelek rêxistinên derdorê bangên girîng dikin. Pispor dixwazin maliyeta hilberandina enerjiyê yên bi kana roj û bayê were kêmkirin û bi vê jî hejîna jî pêkan de ku mirov ji pêgiriya petrolê û komirê, ku sedema sereke ya berdana karbondîoksîtê ne, xilas dibe.