Destnîşankirina rîskên Alzheimerê beriya bi 20 salan pêkan e

Yek ji sedemên sereke ji bo 150 mîlyon mirov ku heya sala 2050’an tê payîn bi nexweşiya Alzheimer bikevin nexweşiya xurifînê ye. Destnîşankirina wê beriya bi 20 salan vê pêkan be.

Alzheimer ya ku li seranserê cîhanê nêzî 50 mîlyon mirovî bandor kiriye, ji wan sedemên sereke ye ku rê li ber nexweşiyên ‘demans’ yan jî bi navê din xurifîn vedike. Nêzî nîviya kesên ku pirsgirêka xurifînê dijîn nexweşên Alzheimerî ne.

Di axaftinên ku di konfernasa ya derbarê Alzheimerê ku salane li DYE tê lidarxistin, hat pêşkêşkirin de hate gotin ku di lêkolînên salên dawî de her çiqasî dermanê wê yê teqez nehatiye dîtin lê di têkoşîna ji bo dermankirina Alzheimer’ê de pêşketinên girîng çêbûne.Yek ji wan pêşketinan ev e ku dikare bi rêya testkirina xwînê beriya bi 20 salan nexweşiyê tespît bibe.

Heya îro herî zêde bi rêbazê enjektekirina ajanên radyoaktîf ên metabolic di nava demarên bi navê Positron Emission Tomography (PET) dihat tespîtkirin, tê armanckirin bêyî ku dema pêş zirarê bide laşê mirov bi rêya testa xwînê bikarin tespît bikin. Di lêkolîna ku di malpera bi navê ‘Jama Network’ de hatî weşandin tê gotin ku wê testên ku di lêkolînê de behsa wê hatî kirin di salên pêşiya me de bixin bazarê.

BI ŞOPANDINA GUHERTINA PROTEÎNÊN TAU’YÊ TÊ FÊHMKIRIN

Li gorî pisporan testa xwînê bi taybetî vê guhertinên proteînên cureya Tau yên di mejî de lêkolîn bike. Di vê çarêoveyê de vê li guhertinên proteînên P-Tau 217 û P-Tau 181 were temaşekirin. Encax tê zanîn ku bi taybetî vê proteînên P-Tau217 diyarker be.

Proteîna P-Tau217 di nexweşên Alzheimerî de dikare 7 qatî ji halê xwe yê normal zêdetir be û ew zêdebûn ji diyardeyên destpêkê yên nexweşiyê ne ku nêzî 20 sal beriya nexweşî der bibe dest pê dike. Li gorî Oskar Hansson û ekîba wî ya xebatê ku ji Zanîngeha Lund a Swêdê ne, bi çavdêrîkirina proteînên P-Tau217’an ya bi testa xwînê ji bo ku beriya nexweşiya Alzheimerê der bibe tespît bikin herî kêm bi qasî rêbazê PET’ê encamê wê teqez e.

Rêjeya testên ku li ser nêzî 1400 kesî/ê pêkhatî de di navbera ji sedî 89 û 98 de ye.

MIROV DIKARE BANDORÊN WÊ PAŞ BIXÎNE

‘Demans’ yan jî xurifîn ku sedemên sereke yên nexweşiya Alzheimerê ye tê payîn ku vê heya sala 2050’an ev yek bibe pirsgirêk ji bo herî kêm 150 mîlyon mirovî.

Pispor dibêjin ku kêmkirina alkol û cixareyê, sînordarkirina şeqbûyîn yan jî li cihekî ketina tasa serî, qelew nebûn, ketina rêjeya tansiyonê û dermankirina pirsgirêka bihîstinê vê di kêmkirina rîska demansê de bi sûd be. Li gorî gotarekê ya di The Lancetê hatî weşandin de bi saya wergiritna tedbîran pêkan e ku ji sedî 40 rîska demansê were kêmkirin.