Li Marsê di bin qeşayê de golên bi toz hatin keşifkirin

Lêkolîneran diyar kirin ku wan di bin qeşayên di Gerekstêrka Sor de sê golê mezin keşif kirin e.

Li gorî lêkolîna di kovara Natûre de hatî weşandin, li Marsê di bin qeşayê de gol hatine dîtin.

Hate zanîn ku gol li cemsera başûr a Marsê hatine keşifkirin. Ajansa gerdonî ya Ewropayê diyar kir ku golên bi toz bi saya peyka Mars Express hatine keşifkirin.

Lêkolîneran di sala 2018’an de li Marsê golek 1,5 kêlometre bin erdê de keşif kiribû.

Zanyar difikirin ku av ji berî bi milyonan sal li ser rûyê Marsê heye, golên hatîn keşifkirin jî yên ji berî bi milyaran sal in.

Xwe gihandina golan zor jî be, dibin armanca lêkolînan yanî hêvî dikin ku şêweyên jiyanê li wir hene.

Di cîhanê de golên bi vî şêweyî di bin qeşayê de tê dîtin. Bi taybet li cemsera başûr gola Vostok a bi korahiya 400 metreyî hatiye dîtin.