Gelo bi avjeniya di nav behrê de mirov bi koronayê dikevin?

Li gorî lêkolîneke enstîtuya Fransayê di behr û qalikê behrê de şopa koronavîrusê nehatiye dîtin.

Hê nehatiye îspatkirin ku bi avê koronavîrusê derbasî mirovan dibe. Di seleban de rastî şopa Covîd-19’ê hatibû vê carê jî lêkolîn tê kirin ka di behrê de koronavîrus heye yan na.

Enstîtuya Ifremer li ser ava derdora Fransayê, 21 qalikên behrê, mîdye û îstîrîdyeyan lêkolîn kir.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya enstîtuyê ew rastî şopa koronavîrusê nehatine lê di qalikê behrê de vîruseke wekî gastroenterît hatiye dîtin.

Nayê zanîn ku çima di avên seleban de koronavîrus heye lê di ava behrê de koronavîrus tune.

Li gorî vê lêkolînê û agahiyên di destê mirovan de, bi qalikê behrê koronavîrus derbasî mirovan nabe.

Ofîsa Federal a Tendirustiya Cemaweriyê ya Swîsreyê jî daxuyaniyek da û diyar kir ku bi avjeniya li gol û çeman û bi xwarina masiyan koronavîrus derbasî mirovan nabe.