ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Pîrozbahiyên salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê yên li bajarên Ewropayê wê bêne şopandin.
Bûyerên têkildarî desteserkirina şaredariyên li Kurdistanê wê bêne şopandin.
Endama Dîwana Hevserokatiyê ya PYD'ê Fuza Yûsif anî ziman ku şerê li Rojhilata Navîn şerê mêtingeran e û got, "Yekane rêya rizgariya ji vê kaosê; rêxistinî û amadekariya ji bo şerê gel ê şoreşgerî ye: divê em parastina xwe xurt bikin."
Şaredarên ku li pêşiya Navenda Civaka Kurd a ji aliyê polîsên Îngiliz ve hatiye dagirkirin axivîn, peyamên piştgiriyê dan.
Newaya Jin bi manşeta 'Rêberê me Jin, Jiyan, Azadî ye' bal kişand ser berxwedana wan jinan ku mohra xwe li sala 2024'an xistin.