Dîroka mirovan a li Bakurê Emerîka du qat zêdetir kevin e

Keşfên nû yên ji aliyê arkeologan ve tên kirin, derket holê ku tê texmînkirin bicihbûna mirovên yekem ên li Bakurê Emerîkayê du qat zêdetir kevin e.

Li gorî lêkolîna Kovara Natûre, bermahiyên li Şikefta Chîqûîhûîte ya dikeve bakurê Meksîkayê hatin dîtin, hate ragihandin ku civakîbûna mirovan a li vir dîroka wê diçe 33 hezar sal berê û piştrast jî dike ku 20 hezar jî domiyaye.

Di nava bermahiyên ku li şikeftê hate dîtin, 1900 parçeyên ji kevirê hatî necirandin hatine dîtin.

Ji nivîskarên lêkolînê arkolog Cîprîan Ardelean got: “Lêkolîna me têkildarî hebûna mirovên herî kevin ên li Qitaya Emerîkayê delîlên nû pêşkêş dike.” Qiteya Emerîka wer tê zanîn ku qitaya herî dawî ku mirov lê bicih bûne.

Mînaka herî kevin a li şikeftê hate dîtin, dîroka wan digihêje 33 hezar heta 31 hezar sal berê.

Her çendî li qadê hestiyên mirovan bên dîtin û mînakên DNA’yê bên dîtin jî, ev der ji aliyê mirovan ve ji aliyê koçberiyê ve weke cihekî sabit hatiye bikaranîn.

Li gorî lêkolînên anropolog û arkeologan dîroka mirovê yekem a li Emerîkayê herî zêde li ser 13 hezar sal berê tê sekinîn. Lê bi keşfa dawî dîroka mirovahiyê gihandibû 16 hezar sal berê.