Kurdistaniyên li Belçîkayê 27'ê Mijdarê pîroz kirin
Kurdistaniyên li Belçîkayê salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê li bajarokê Aarschot ê bajarê Leuvenê bi coşeke mezin pîroz kirin.
Kurdistaniyên li Belçîkayê salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê li bajarokê Aarschot ê bajarê Leuvenê bi coşeke mezin pîroz kirin.
Salona pîrozbahiyê ya li Aarschotê bi alên PKK'ê û wêneyên şehîdan hate xemilandin. Jinên ku kincên gelêrî li xwe kirin, reng dan pîrozbahiyê.
Li salona pîrozbahiyê li gel standên ji xwarinên Kurdewarî, her wiha standên Heyva Sor û pirtûkan jî hatin danîn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, Hevserokên NAV-BEL'ê beşdar silav kirin Piştre jî sînevîzyonek li ser dîroka damezrandina PKK'ê hate nîşandan.
Di pîrozbahiyê de siyasetmedar Seydî Firat li ser wateya rojê axivî û salvegera damezrandinê li Rêber Apo û dostên ku dilê wan bi fikrê Rêber Apo lê dide, pîroz kir.
Seydî Firat diyar kir ku divê ew bi her awayî destê Rêber Apo xurt bikin û got, "Eger ev doz gihîştibe vê astê û PKK dikeve sala 47'an, ev yek bi saya fikrên Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê li pêşiya me hem rojên zehmet hene hem jî metirsiyên mezin. Lewma em gelê Kurd hem li welêt hem jî li derveyî welat divê ji her tiştan re amade bin."
Bi hezaran kesên li salonê jî dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî Serok Apo" qîriyan.
Di pîrozbahiyê de hunermend Seîd Serhed, Berbang, Sûltan Botan, Koma Tovjîn û Sîmar derketin ser dikê û bi stranên xwe cejna vejînê bi coş pîroz kirin.