Koça ji Efrîkayê bi berên deryayê pêkan bûye

Deryayên ku ji ber germbûna global û qirêjiya hawîrdorê her ku diçe kanên wê zêdetir têne tinekirin, beriya bi deh hezaran salan nehiştiye ku mirovahî ji holê rabe.

Li gorî xebateke bi tevlêbûna arkeologên ji gelek welatan ji beriya niha bi 50 û 60 hezar salî piştî ziwabûneke mezin pêşiyên mirovê modern Homo Sapîens ji Efrîkayê koçî parzemînên din kir. Li gorî lêkolînê dema rêwîtiyê zadên ku mirov bikaribe xwe pê li ser piyan bigire pir kêm bûne.

Li gorî lêkolînê di vê pêvajoyê de ku bi hezaran salan dom kiriye ji ber kêmbûna zad xelayeke mezin hebûye. Lê ji bo yên ku xwe gihandibûne Deryaya Sor ev mesele çarser bûbû.

Li gorî pisporan, ên ku xwe gihandibûne Deryaya Sor bi berên deryayî li ser piyan mane. Di lêkolînan de yên li ser fosîlên resîf ku li deverên peravî yên ji wê demê mane û îro bin av mane, hatin kirin, gihaştine wê encamê ku berên deryayî tekane zadê wan mirovan bûye, ku ketibûne rêya koçê.

Li gorî lêkolînê koça mirovan a ji Efrîkayê heta bi Nîvgirava Ereb û ji wir a ber bi welatên din bi vê koça bi hezaran mirovî pekan bûye.