Gava destpêkê ya ji bo têkiliya navbera kompûterê û mejiyê mirovan

Zanyaran elektrotên organîk li nava mişkan ceribandin ku li gorî wan, ev yek wê dema bê têkiliya navbera mejiyê mirovan û kompûterê deyne.

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), komek ji zanyaran dest bi ceribandina "elektrotên zindî" kir ku li gorî wan, ev yek wê têkiliya navbera mejiyê mirovan û kompûterê deyne.

Elektrotên ku ji bo reaksiyonê li ronahiyê bide ji hucreyên sinir hatine çêkirin û bi rengê genetîk hatiye modîfiyekirin, li Zanîngeha Pennsylvanîayê di çarçoveya ceribandinekê de li mejiyê mişkan hate bicihkirin. Elektrotên hatin bicihkirin, ji dewrgirtina noronên li mejî bêht,r ji bo manîpulekirina wan e. Nêzî 10 hezar hucre li beşa dîtinê ya mejî hatin bicihkirin. Bi rêya van hucreyan tê xwestin ku noronên li mejî bê kontrolkirin û tişta tê xwestin ji mişkan re bê nîşandan.

Armanca bingehîn têkilîdanîna navbera mejî û kompûterê jî be, zanyar hêvî dikin ku weke gava destpêkê di dermankirina hin nexweşiyên weke Parkînson, kerrbûnê bên bikaranîn.