Ewropa ji bo paqijiya rêgezê peymana pêşî danî

Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) ji bo paqikirina avêtiyan a ji fezayê peymanek îmze kir, ku li cîhanê ev cara pêşî pêk tê. Peyman, ku bi start-upeke Swîsrî re hatiye kirin, têkilî gemariya ji ber mirovî ya li rêgehê rêyeke nû ya bazarê vedike.

ESA ji bo vê peymanê bi qasî 93 milyon euroyî veberhênan danî.  Bi çarçoweya vê peymanê ku bi şîrketeke bi navê ClearSpace re hatiye kirin peywira pêşî 2025'an wê pêk were. Karê pêşî wê ew be ku parçeyên ji ber Vagayê werin paqijkirin, ku Vaga moşekeke berê ya Ewropayê bû. Avêtiya bi navê Vespa giraniya xwe 112 kîlo ye. 2013'an 800 km dûrî cîhanê li rêgehê hate danîn.

Ev mîsyon li ser mijara paqijiya li rêgehê li cîhanê gava pêşî ye. ESA 22 welat endamen wê ne, ESA'yê ragihand cara pêşî ye ku bi start-upeke biûk re peymaneke bi vê astê tê danîn.

Şîrketa ClearSpace ku ji Dibistana Polîteknîk a  Federal a Lozanê ji 20 şîrketên ku 8 welatên endam destek stand. Ev welat Swîsre, Komara Çekê, Elmanya, Kraliyeta Yekbûyî, Swêd, Portekîz û Romanya ne.

Şîrket wê peykeke paqijkirinê ya 500 kîloyî ava bike. Ev peyk pêşî wê leza Vespayê binirxîne. Qonaxa dî zevtkirina hedefê û derxistina wê ya ji rêgehê ye. Vespa bi vî rengî li gel peyka xwe li atmosferê wê were paqijkirin.

Ev 60 sal e xebat li fezayê têne kirin .Heta niha 5500 carî çûne fezayê. Li dora cîhanê ji 10 santîmezan mezintir 42 hezar obje hene.  Ev, ji moşekên berê yên li rêgehê, parçeyên peykan, peykên ne operasyonel pêk tên.

Ev avêtî saetê bi 28 hezar km tevdigerin, ku li peykên operasyonî bikevin talokeyeke mezin dikarin bi xwe bînin. Tirs ew e ku di rewşeke wiha de reaksyinoke zincîr ya ku nikaribe were kontrolkirin pêk were.