Li Heyvê av hate dîtin

Li gorî daxuyaniya dawî ya NASA'yê, li peyka cîhanê li Heyvê ji texmînan zêdetir av heye.

Li gorî Daîreya Feza û Hewakariyê ya Neteweyî ya Emerîkayê (NASA), li peyka gerstêrka me ji texmînan bêhtir av heye.

Li gorî NASA'yê, li gelek mîkro kraterên li ser rûyê Heyvê ava bûye qeşa heye.

Hate ragihandin ku li herêmên cemserê ku li gorî herêmên din bêhtir sar e, li nav krateran av heye û ev av jî li herêmên timî di bin siyê de ye.

Li gorî lêkolîna ku li kovara Natûre Astronomy hate weşandin, ava qeşagirtî ya li Heyvê li gelek mîkro krateran.

Li gorî vê yekê li ser Heyvê ku li hin herêman hewa bi qasî 160 pile li binê sifirê sar e, bi dehan milyar mîkro krater hene.

Hate ragihandin ku ji 60 li cemsera başûr, ava li ser hevyê li qadeke bi qasî 40 hezar kîlometreçargoşeyî ye.