Li hevalbiçûk a jinên ducanî mîkroplastîk hate dîtin

Di lêkolînekê de yekemcar li hevalbiçûka (plasenta) jinên ducanî mîkroplastîk hate dîtin. Fikar hene ku ev qirêjî pêşî li pêşketina fetus bigire.

Tîmek ji lêkolînerên Îtalyayî, li hevalbiçûka (plasenta) jinên ducanî parçeyên mîkroplastîk tespît kirin. Li nexweşxaneyeke li Romayê şeş hevalbiçûk hatin lêkolîn û di encamê de hate dîtin ku çar ji wan enfekte bûne.

Encamên vê lêkolînê piştî ku ji aliyê The Gûardîan ve hate weşandin, deng veda.

Li gorî lêkolîneran, mîkroplastîk li hevalbiçûkê hem ji aliyê dayikê hem jî fetus ve, her wiha li çermê ku fetus lê mezin dibe, hate dîtin.

Lêkolînê nîşan da ku ev parçeyên mîkroplastîk bi rengê şîn, sor, pirtiqalî û pembe ye.

Li gorî lêkolîneran, ev mîkroplastîk ji ambalaj, boyax, alavên paqijiyê û kozmetîk tên ku ji aliyê dayikê ve hatine bikaranîn.

Seroka beşa jinekolojiyê ya li nexweşxaneyê û nivîskara bingehîn a lêkolînê Antonîo Ragûsa got, "Mîna ku mirov bibin xwedî pitikekî sîborg; êdî ne tenê ji hucreyên mirovan pêk tê, her wiha ji hebûneyên biyolojîk û ne organîk pêk tê."

Lêkolînerên ku keşfa vê yekê kirin, diyar kirin ku ev rewş "cihê fikareke taybet e". Dibe ku ev parçeyên mîkroplastîk xwedî kîmyewî bin ku ji bo dema dirêj bandorê li tenduristiyê bikin. Di heman demê de dikare pêşketina sîstema xweparastina beden a fetus jî xera bike.