Li Winterthurê Şahiya Çanda Kurdan hat lidarxistin
Li bajarê Swîsreyê Winterthurê Şahiya Çand û Hunerê ya Kurdî hat lidarxistin.
Li bajarê Swîsreyê Winterthurê Şahiya Çand û Hunerê ya Kurdî hat lidarxistin.
Li bajarê Swîsreyê Winterthurê ji aliyê Meclisa Gelê Kurd a Winterthurê û Komuna Jinan a Şehîd Arjîn Garzanê ve Şahiya Çanda Kurdan hat lidarxistin.
Hevserokên Konseya Demokratîk a Kurdan (CDK-S) Dîlan Çetînkaya û Cemal Ozdemîr, Hevserokên Enstîtuya Kurdan a Swîsreyê Gernas Koçer û Dîlber Hêma û gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî şahiya li Winterthur Altes Busdepotê bûn. Gelek hunermend beşdarî çalakiyan bûn û çalakî heta saetên dereng dewam kir.
Şahî, di şexsê Şehîd Çekdar Amed û Hogir Amed de, ji bo bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê Gernas Koçer wiha axivî: "Em di bin banê sazîyeke birêxistinkirî û di nav yekîtiyê de ne û em xwedî li çand û zimanê xwe derdikevin. Helbet ev yek ji bo me şanaziyeke mezin e, lê em dikarin bibêjin ku ev tenê têrê nake. Ji ber ku dijmin dixwaze çand û zimanê me tune bike. Me tu carî li hember vî dijminê xwe yê hov serî netewand. Divê em li dijî vî dijminê ku xaka Mezopotamyayê dagir kiriye xwe biparêzin. Ew naxwazin em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin."
Hevseroka CDS-K'ê Dîlan Çetînkaya jî bangî gel kir û wiha axivî: "Ez di şexsê Şehîdên me Delîla, Alî Temel, Hozan Mizgîn û Hozan Serhad de, hemû afirînerên nirxên me û yên ku çanda Kurdî heta roja îro anîne û xwedî lê derketine bi rêzdarî bi bîr tînim."
Dîlan Çetînkayayê silav da gelê Kurdistanê û soz da ku ew ê çanda Kurdan jîndar bikin. Çetînkaya wiha dewam kir: “Em ê zexta ku bi salan e li ser çanda me tê kirin ji holê rakin. Em soz didin ku em ê li her qadê çanda xwe jîndar bikin. Wekî ku Rêbertî gotiye "Huner feraseta azadiyê ye", em ê jî çanda xwe, hunera xwe li ser vê esasê bidomînin."
Dîlan Çetinkayayê di dawiya axaftina xwe de helbesta Şehîd Kasim Engîn "Xwelî li serê we be" xwend.
ŞANO HATE PÊŞKÊŞKIRIN Û STRAN HATIN GOTIN
Çalakiya çandî bi şanoya "Hêviyek Da"yê dest pê kir.
Di çalakiyê de hunermendên wekî Hunermend Akin, Kawa Ûrmiyê, Dîlek Yildirim, Şengul Astan, Jalal Dalaho û Shaho Moradî, Koma Awazê Mîtra, Dengbêj Firat û Dengbêj Oya, Koma Ciwan û Zîşan Çewlîgê stranên xwe gotin. Helbestvan Dîlber Hêma û Emîn Ûslû helbest xwendin û dengbêjan û koma govendê jî derketin ser dikê.
Li qada çalakiyê eleqeyeke mezin nîşanî pirtûk, wêneya pênûsrejî û tabloyên ku berhemên dîlgirtiyên wekî Ferhan Mordenîz, Aynûr Eplî û Mehmet Bogatekîn tê de cih digirtin, dan.